HEWLÊR - Benzîn rijiya: 3 kes hatin kuştin

06-08-2025
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Kuştin Benzînxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêra paytext li ser rêya navçeya Koyeyê karmendekî benzînxaneyekê 3 kes kuştin.

Polîsê Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand ku di bûyera li ser rêya Koye-Kesnezanê de 3 kes hatine kuştin.

Polîsan diyar kir ku bûyer saet 20:30î li benzînxaneyekê qewimiye.

Li gorî şahidekî, otomobîleke reş a Toyota Land Cruiser ji bo dagirtina benzînê çûye benzînxaneyê.

Piştî ku hinek benzîn dirije şofêr dibêje, “Ez pereyê benzîna rijiyayî nadim” û di navbera şofêr û karkerê benzînxaneyê de nîqaş derdikeve.

Karkerê benzînxaneyê bi çeka kalaşnîkovê gule li rêwiyên otomobîlê reşandine û di encamê de yek ji wan li cihê bûyerê û yê din jî li ser rêya nexweşxaneyê 2 dimirin.

Ji bilî wan her du kesan, kesekî sêyem ku ti pêwendiya wî bi bûyerê re nebûye, gule lê dikeve û ew jî dimire.

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku rêwiyên otomobîlê Ereb û karkerê benzînxaneyê jî Kurd bûye.

Polîsê Hewlêrê ragihand ku tohmetbarê kuştina sê kesan hatiye desteserkirin.

Bi biryara dadger hatiye girtin û lêkolîna li ser bûyerê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst