Mîthat Sancar: Ji bo bidawîkirina şer pêwîstî bi 'hiqûqa aştiyê' heye

06-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mîthat Sancar Heyeta Îmraliyê Pêvajoya Çareseriyê Pirsgirêka Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar diyar kir ku sedema bingehîn a şerê li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurdan e.

Li gorî gotina Mîthat Sancar ji bo çareseriyeke mayînde, pêwîstî bi avakirina "hiqûqa aştiyê" heye. Sancar got, "Divê rêbazên çareserkirina pirsa ku sedema pevçûnê ye bên pêşxistin."

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), li Enqereyê bi navê “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Pêwîstiyên Hiqûqî" li ser pêvajoya çareseriyê kargehek li dar xist.

Di kargehê de gelek hiqûqnas, akademîsyen û siyasetmedar amade bûn û li ser gavên hiqûqî yên ku divê di pêvajoya çareseriyê de bên avêtin, nêrînên xwe anîn zimên.

"Sedema şer Pirsgirêka Kurdan e"

Mîthat Sancar beşdarî kargehê bû û gotarek pêşkêş kir. Sancar destnîşan kir ku pirsgirêka ku dibe bingeha şer Pirsgirêka Kurdan e û eşkere kir ku di pêvajoya heyî de divê gavên pratîkî bên avêtin da ku bawerî û piştgiriya civakî bihêztir bibe.

Reçeteya Sancar a ji bo aştiyê: 3 gavên hiqûqî

Sancar di axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya "hiqûqa aştiyê" û ew bi sê xalên serekî rave kir:

“Divê yasa bên sererastkirin û tedbîrên siyasî û hiqûqî werin girtin da ku şer bi dawî bibe.

Divê rêbazên ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan bên pêşxistin û sererastkirinên yasayî bên kirin.

Em vekirî ji vê pirsê re dibêjin Pirsgirêka Kurdan. Dibe ku hinek naxwazin wiha bi nav bikin lê rastî ev e.

Divê her du gavên pêşî bi hev re bên meşandin da ku aştî û demokrasî mayînde bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst