Kobanî, Amûdê û Dêrik tên bombebarankirin: Wezareta Tirkiyeyê daxuyanî da

06-10-2023
RÛDAW
Nîşan Kobanî Êrişên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê 15 cihên ku Kobanî jî di nav de ye hatine bombebarankirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser bombebaran esmanî yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku demjimêr 22:00yan 15 cih hatine bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku depoyên çekan û baregehên şervanan bûne armanc.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê herwiha anî ziman:

“Em sivîlan, dostên xwe û şûnwaran diparêzin.”

Li aliyê din, Berpirsê Ragihandinê yê HSDyê Ferhad Şamî jî daxuyaniyek belav kir û got:

“Kobanî, Amûdê û Dêrik rastî bombebarana tund û hovane ya balafirên şer ên Tirkiyê tên.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst