Li Deşta Sirûcê dest bi çinîna zêrê spî hat kirin

06-10-2025
RÛDAW
Nîşan Deşta Sirûcê Riha Pembo Cotkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deşta Sirûcê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê dest bi çinîna pembo hat kirin û makîneyên çinînê ketin nav zeviyan.

Li Rihayê îsal çinîna pemboyê ku wekî zêrê spî tê binavkirin dest pê kir lê cotkar ji bihayê pemboyê yê li bazarê ne razî ne û dibêjin ku ew li hemberî xerciyên zêde zererê dikin.

Her çi qas berhema pemboyê îsal baş be û cotkar ji berhemê kêfxweş bin jî pirsgirêka wan a herî mezin bihayê kêm e.

Endazyarê Çandiniyê Abdurrahman Aydogdu ragihand:

“Li vir bi makîneyan tê çinîn. Salên dawî li bajarê me û hinek bajarên din komkirina bi makîneyan dest pê kir.

Pembo îsal baş xuya dike û hêviya me heye ku ji donimekê 600-650 kîlo bê standin.

Ev ji bo cotkaran hêviyeke baş e. Berhem baş e lê bihayê wê ne baş e.

Ev jî ji bo cotkaran pirsgirêkeke mezin e. Cotkar dixwazin ku bihayê pemboyê hinekî zêde bibe.

Ji ber ku mazot û avdan gelekî biha ne, cotkar nikare xerciyên xwe derxîne.”

Cotkar daxwaza zêdekirina bihayan û piştgiriya dewletê ya ji bo pemboyê dikin.

“Pembo pir erzan e”

Cotkar Bozan Demîrbîlek jî anî ziman:

“Me meha Nîsanê dest bi çandiniya pembo kir û em tevî zar û zêçên xwe dixebitin.

Derman biha ye, gubre biha ye, pereyê avê berê 200-300 lîre bû, niha bûye 2 hezar û 900 lîre.

Em niha pemboyê xwe diçinin, divê ji her donimekê 600-650 kîlo derkeve lê em xerciyên xwe dernaxin. Pembo pir erzan e.”

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê, Riha ji sedî 41,1ê pemboyê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hildiberîne.

Ji ber vê yekê jî bihayê pemboyê di hemû sektoran de bandoreke rasterast li aboriya bajêr dike.

Sedema herî mezin a erzanbûna pembo jî ew hawirde ye ku Tirkiye ji derve dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst