Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, li kêleka rê termê kesekî bi navê Kadrî Yeşîltaş hat dîtin.
Xelkê li herêmê, li ser rêya Siwêreg-Semsûrê li kêleka rê kesekî bê liv û tevger dît û Navenda Banga Lezgîn a 112an agahdar kir.
Tîmên ku çûn cihê bûyerê diyar kir ku ew kes miriye.
Di encama lêkolîna cendirmeyan de hat zanîn ku navê wî Kadrî Yeşîltaş e.
Tîman li cihê bûyerê li derdora term gelek qalikên guleyan dîtin.
Lêpirsîna cendirmeyan a derbarê bûyerê didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse