Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, zilamek bi kêrê hat kuştin.
Li gorî zanyariyan şeva borî li taxa Veysel Karanî ya navçeya Xelîliyeyê, dema li kolanê bû kesekî ku nasnameya wî nehat zanîn bi kêrê êrîşî Îsa Karademîrê 33 salî kir û ew bi giranî birîndar kir.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Îsa Karademîr rakir Nexweşxaneye Devletê ya Mehmet Akîf Înan, lê tevî midaxleleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina kujer dest bi xebatan kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse