Li Rihayê pevçûn: 2 birayên Îraqî hatin kuştin

26-06-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Kuştin Muhammed Rawe Yusuf Rawe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di encama pevçûna bi çekan de 2 birayên ku welatiyên Îraqê bûn hatin kuştin.

Li gorî zanyariyan, şeva borî li Sîteya Pîşesaziyê ya Evrenê ya Rihayê di navbera M.K û Yusuf û Muhammed Rawe de  ji ber sedemeke nehatiye zanîn nîqaş derket.

Li ser gurbûna nîqaşê M.K. bi çekê gule li her du birayan Yusuf û Muhammed Rawe reşandin û ew bi giranî birîndar kirin.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Timên tenduristiyê her du birayên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû midexaleyan jî her du bira nehatin rizgarkirin.

Li aliyê din, êrişkar M.K. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst