Hewlêr (Rûdaw) -Heyeta Dan û Standinan a PDKyê ragihand ku YNK pêkanîna hikûmetê heta piştî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bi paş dixe.
Heyeta Dan û Standinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser hevdîtinên xwe yên bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re daxuyaniyek belav kir.
PDKyê destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan jî, wan di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xist û baweriyeke bihêz a gelê Kurdistanê wergirt.
Heyeta PDKyê da zanîn ku piştî pesendkirina encamên hilbijartinan li ser erkdarkirina Serok Mesûd Barzanî wan bi hemû aliyan re dest bi danûstandinan kiriye.
PDKyê got ku hinek aliyan biryara mixalefetê daye û wan jî rêz li vê biryarê girtiye.
Civîna yekem a di navbera heyetên PDK û YNKyê de 30ê Çiriya Paşîn a 2024an li Silêmaniyê pêk hat.
Armanca sereke ya hevdîtinê ji bo bihêzkirina karê sazûmanî û xizmetkirina welatiyan amadekirina nêrîneke hevpar bû.
Li ser vê bingehê, her du aliyan li ser gelek mijarên girîng ên siyasî, yasayî, îdarî, aborî û ewlehiyê li hev kir.
Pêşniyarên PDKyê yên ji bo YNKyê
PDKyê eşkere kir ku wan ji bo piştrastkirina YNKyê û li ser biryara Serok Mesûd Barzanî, nermbûneke mezin nîşan daye û pêşniyareke ku ji mafê YNKyê yê hilbijartinê zêdetir pêşkêşî wê kiriye.
PDKyê pêşniyarên xwe yên ji bo YNKyê wiha rêz kirin:
Serokatiyên Sereke: Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Wezaret: Di nav kabîneya ku ji 22 wezîran pêk tê de, 8 heta 9 wezaret ji bo YNKyê hatin pêşniyarkirin.
Di nav van de wezaretên girîng ên di warê leşkerî, aborî, darayî û xizmetguzariyê jî hebûn.
Postên Din: Beşdariyeke çalak û bi bandor di warê ewlehiyê û postên din ên di deste û fermangehan de.
YNK dan û standinan bi paş dixe
PDKyê careke din teqez kir ku YNK ji bo rêkeftinê nêzîk nabe û mijarê heta bidawîbûna hilbijartinên Îraqê bi paş dixe.
Li gorî daxuyaniya PDKyê wan gelek caran YNK hişyar kiriye ku ev yek di berjewendiya herêmê de nîne.
Peyama dawî
PDKyê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew her tim bi karê hevbeş re bûye û divê rêz li îradeya dengdêr û xelkê Kurdistanê bê girtin.
Heyeta PDKyê welatî û dengdêrên xwe piştrast kir ku ew dê ji bo avakirina kabîneya nû û parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê hewlên xwe bidomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse