Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Civaka Kurdan a Almanyayê dozek li Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer vekir û ew bi komkujî û tawanên şer tohmetbar kir.
Komeleya Civaka Kurdan a Almanyayê (Kurdische Gemeinde Deutschland) ku yek ji saziyên mezin ên Kurdan a li Almanyayê ye û pêwendiyên wê yên rasterast bi dewletê re hene, gilînameyek pêşkêşî Serdozgeriya Federal a Almanyayê kir.
Birêvebirê Komeleya Civaka Kurdan a Almanyayê (Kurdische Gemeinde Deutschland) Mehmet Tanriverdî gilîname pêşkêş kir û xwest ku Ehmed Şer were darizandin.
Di gilînameyê de tê gotin:
“Colanî (Ehmed Şer) ji Komkujiya Kurdên Êzidî ya sala 2014an û ji tundûtûjiya sîstematîk a li dijî kêmîneyên li Sûriye û Îraqê jî berpirsyar e.”
Komeleya Civaka Kurdan a Almanyayê bangî Serdozgeriya Federal a Almanyayê kir ku dema Ehmed Şer çû Almanyayê, were girtin û cezakirin.
"Divê biryara girtina wî derkeve"
Birêvebirê Komeleya Civaka Kurdan a Almanyayê Mehmet Tanriverdî bû mêvanê bultena Rûdawê û li ser mijarê pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Mehmet Tanriverdî diyar kir ku wan îro serî li Dozgeriya Federal a Karlsruheyê daye û got:
“Me serî lê da ku doz vebe û ku dozgerê federal, dema ku Ehmed Şerî an jî Colanî were serdana Almanyayê, were girtin an jî biryara girtina wî derkeve.”
Tanriverdî sedema vê gavê bi daxuyaniyên Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ve girê da û got:
“Friedrich Merz berî vê çend rojan got, ez dê ji bo ku em vê peymana (vegerandina penaberan) îmze bikin Ehmed Şer dawetî Almanyayê bikim.
Ji ber vê, ev doz bû wesîle ku em biçin serdana Dozgeriya Federal a Karlsruheyê ku biryara girtina wî were dayîn.”
"Ehmed Şer di Komkujiya Kurdên Êzidî de roleke mezin lîstiye"
Mehmet Tanriverdî da zanîn ku qanûnên Almanya û yên navneteweyî rê didin ku kesên wekî Ehmed Şer werin darizandin û anî ziman:
“Ew kes (Colanî) bi alîkariya Tirkiyeyê, bi alîkariya Rûsyayê, wekî Serokê HTŞyê, wekî Îslamîstekî, niha li ser hukmê ye.
Wî berî 10-11 salan di Komkujiya Kurdên Êzidî de roleke mezin lîstiye.
Ew ne tenê endamê DAIŞê, endamê Serokatiya DAIŞê jî bû.”
Tanriverdî bi bîr xist ku salên dawî li dadgehên Frankfurt, Munih, Koblenz û Hamburgê bi dehan endamên DAIŞê ji ber tevlîbûna Komkujiya Kurdên Êzidî hatine cezakirin û ji ber vê yekê bingeheke qanûnî ya xurt ji bo doza wan heye.
Birêvebirê Komeleya Civaka Kurdan a Almanyayê hêvî kir ku dozger gilînameya wan li ber çavan bigire û berî serdana Ehmed Şer biryara girtina wî derxe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse