Hewlêr (Rûdaw) - Civaka Kurdan a li Almanyayê, rêxistinên Elewî û gelek siyasetmedarên Alman nerazîbûneke tund nîşanî ziyareta Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer a ji bo Berlînê didin.
KGDyê ragihand ku ew dê roja duşemê li dijî "pêşwazîkirina tawanbarekî" xwenîşandaneke girseyî li dar bixin.
"Desteserkirin li şûna pêşwazîkirinê"
Civaka Kurdan a li Almanyayê (KGD) ragihand ku ew dê li Berlîna paytext bi beşdariya rêxistinên Kurdan û kêmîneyên din xwenîşandaneke mezin li dar bixin.
KGDyê di daxuyaniya xwe ya bi sernavê "Desteserkirin li şûna pêşwazîkirinê" de, bang li Parlamentoya Federal kir ku hevdîtina Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer a li Berlînê were betalkirin.
Di çalakiyê de, li gel rêxistinên wekî Hawar Help û Civaka ji bo Gelên di Bin Gefê de (GfbV), Civaka Elewiyan a Almanyayê û Elewiyên Sûriyeyê yên li Ewropayê jî dê cih bigirin.
Di daxuyaniyê de hat teqez kirin ku serdana Serokê Sûriyeyê li gorî nêrîna wan "binpêkirineke eşkere ya nirxên bingehîn ên Komara Federal a Almanyayê ye."
KGDyê di daxuyaniya xwe de got,"Em bi xemgînî û hêrseke mezin dibihîzin ku biryara siyasî ji bo serdana Ehmed Şer a li Ofîsa Serokwezîrtiya Almanyayê hatiye dayîn.
Ev yek di demekê de pêk tê ku tenê beriya çend rojan, li Helebê Kurd bi awayekî plankirî ji cih û warên xwe hatin derxistin, rastî îşkenceyê hatin û hatin kuştin."
Li gorî daxuyaniyê, xwenîşandan dê roja duşemê demjimêr 16:00an li pêşiya Ofîsa Serokwezîrtiya Almanyayê ya li Berlînê bê lidarxistin.
Siyasetmedarên Alman li dijî ziyaretê ne
Li Parlamentoya Almanyayê ji frakisyonên cuda gelek siyasetmedar li dijî hatina Ehmed Şer derketin.
Berdevkê Komîteya Karên Derve yê Fraksiyona Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) Markus Frohnmaier li ser malpera fermî helwesta xwe nîşan da û got:
"Kesên ku di siyaseta derve de bi bangên exlaqî balê dikişînin ser xwe û soza hiqûqa navneteweyî didin lê niha El Şer li Berlînê pêşwazî dikin, baweriya xwe winda dikin.
El Şer, îslamîstek e ku xwedî pêşerojeke cîhadî ye."
Frohnmaier amaje bi dersînorkirina Sûriyeyiyan kir û dupat kir ku erkê Şer e ku "welatiyên Sûriyeyê ji Almanyayê wergire û êrişên tundûtîj ên li ser Xirîstiyanan rawestîne."
"Qat û kravat wî nakin demokrat"
Parlamentera Partiya Çep Cansu Ozdemirê jî wekî gelek siyasetmedarên din ên Almanyayê li dijî çûna Şer a Berlînê derket.
Cansuyê li ser hesabê xwe yê Xê rexne li Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz girtin û got:
"Di demekê de ku rejîma wî Durzî, Kurd, Elewî, Êzidî û Xirîstiyanan diçewisîne û dikuje, Serokwezîr Merz xaliyê sor radixe.
Di demekê de ku rejîma wî gefan li sîstema xweser a li Rojavayê dixwe, Serokwezîr Merz rêzê li tawanbarekî digire. Qat û kravat, îslamîstekî wekî El Şer nake demokrat."
Li gorî gotina siyasetmedara Partiya Çep, Ehmed Şer endamekê berê yê El Qaîde û rêxistina El Nusrayê bû û pêşwazîkirina wî "li dijî siyaseteke derve ya li ser bingeha mafên mirovan e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse