Rojnamegera Kurd a Êzidî Duzen Tekkala ku ji bo şopandina civînên Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bû, ragihand ku hewldana wê ya ji bo hevpeyvîna bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re hatiye astengkirin.
Rojnamegera Kurd a Êzidî Duzen Tekkalê diyar kir ku Mîrê Qeterê bi xwe destwerdan kiriye û nehîştiye ku ew pirsên xwe ji Ehmed Şer bike.
Duzen Tekkal ku wek rojnameger û çalakvaneke mafên mirovan tê naskirin, di çarçoveya serdaneke fermî de beşdarî civînên li Neteweyên Yekbûyî bû.
Tekkal di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re got ku wê xwestiye wekî rojnamegerekê pirsên girîng ên derbarê paşeroja Sûriyeyê, bi taybetî jî çarenivîsa pêkhateyên wekî Kurd, Êzidî, Elewî, Xiristiyan û Durziyan ji Ehmed Şer bike lê ev derfet nehatiye dayîn.
Tekkalê da zanîn, dema ku wê xwestiye nêzîkî Şer bibe û pirsan jê bike, Mîrê Qeterê ku li gel Şer bûye, rê li ber wê girtiye.
Duzen Tekkala ku bi rêxistina xwe ya bi navê "Hawar" piştî fermana 2014an alîkariyeke mezin daye Kurdên Êzidî, tekez kir ku armanca wê ne dijminatî bûye lê belê ew wekî rojnamegerekê li bersivên pirsên girîng geriyaye.
Ev bûyer di demekê de qewimî ku gelek pirs li ser paşeroja Sûriyeyê û rola pêkhateyên cuda di birêvebiriya nû de hene.
Hevpeyvîna Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr a bi rojnameger Duzen Tekkalê re:
Rûdaw: Mêvana me Duzen Tekkal e, ji Almanyayê hatiye û wekî ku hûn dizanin wê di demên dawî de li ser medyaya civakî vîdeoyek parve kiribû û tê de digot ku 'Ez dixwazim Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re hevpeyvînekê bikim û pirsan bikim' lê belê wan nehişt ku pirsan bike. Ji ber vê îro ew li nav me ye, em dê jê bipirsin ka çi bû, çi nebû. Bi xêr hatî.
Duzen Tekkal: Ser çavan, di nava xêrê de bî.
Rûdaw: Tu dikarî ji destpêkê ve, ji ber ku di rojeva me de cihekî taybet girt, li Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî çi bû? Tu dikarî behsa wê bûyerê bikî?
Duzen Tekkal: Ez medyakar im, ez ji Almanyayê hatime. Ez keçeke Êzidî û Kurd im û gava ez li wir sekinîm, min bi çavên xwe Ehmed Şer dît. Qebûl nekir ku ez biçim cem wî. Min dît ew bi hev re axivîn. Ev der cihekî dîplomasiyê ye, ez bi dijminatiyê neçûm wir. Min got ez dixwazim fêm bikim ka hal û mesele çi ye. Min got ez dê pirsa xelkê me bikim, a Kurdan. Ne tenê ji me re, ji Elewiyan re, ji Sunî û Şîeyan re. Yanî ew çawa dibîne û çima heta îro kêmnetewe tên kuştin? Dema ez çûm û min got ez medyakar im û ez Kurmanc im, bersiv neda min. Ez ecêb mam. Min ji xwe re got, çima em bi hev ew xeber nadin? Em dizanin, divê em bi hev re bimeşînin. 2 meh berê ez çûbûm Sûriyeyê jî, ez çûm Rojavayê jî. Ez dibêjim ev tiştekî gelekî girîng e; Esed çû û Sûriyeyeke nû ji hemûyan re girîng e, Sûriye divê ji gişan re be; ya Suniyan, ya Şîeyan, ya Kurdan, ya Durziyan, ya Elewiyan. Divê wekî hevaltî mirov vî tiştî bimeşînin. Îro em li vir cihekî mezin in, em li navenda NYyê ne. Divê em pirsên xwe bikin. Dema medyakar bî lê min dît ku nedixwest bi min re biaxive. Min dît û min li medyayê jî dît û xelkê li ser min got, çima pirs kir. Sala 2014an gava Êzidî bi fermanê hatin kuştin, min bi çavê xwe dît. Ez ji Almanyayê çûm û Îraq û Kurdistanê. Min dît li Şingalê çi bi serê me hat.
Rûdaw: Te xwest ku pirsan bikî. Min Qeter (Mîr) jî li wir dît, Qeterê jî nehîşt li wê derê biaxivî. Ew çawa bû? Tu dibêjî Qeterê li ser navê Şer xeber da? Şer bi xwe dikarî bersivekê bide lê Qeter li şûna wî axivî. Ev jî tiştekî ecêb bû ne wisa?
Duzen Tekkal: Belê, Qeterê nedixwest xeber bide. Ew hevalên hev in, diyar e, min ew bi hev re dîtin. Ez vî tiştî heta niha fêm nakim, çima wan bi min re xeber neda.
Rûdaw: Heger rê bida, dê pirsa te ya yekem çi bûya?
Duzen Tekkal: Min dê bigota çima kêmîne tên kuştin? Min dê bigota çima 3 hezar kes ji Elewiyan û ji Durziyan û ji Kurdan hatin kuştin. Ez îro li vir rûniştime lê ez dizanim li Dêrezorê DAIŞê 3 zilamên Kurd kuştin. Gava 2014an 12 hezar Kurd rabûn û bi DAIŞê re şer kir, her kesî digot siheta we xweş lê îro kes qalê nake û em vî tiştî nikarin qebûl bikin. Yanî divê em mafên însanan gişan bipirsin û min got ez dixwazim fêm bikim, tiştên ku berê kirine ji bîr kiriye yan nekiriye? Em zanin ku ew ji kû derê tê. Em zanin çi li me hat û em hîn jî di nava vê komkujiyê de dijîn. Fermana ku li Êzidiyan rabû, tiştekî gelekî mezin e. Jin û keçikên me firotin û kuştin û li Sûriyeyê ne, bi wî re dixebitin. Hîn jî flamayên wan bi wan re ne. Ez vî tiştî gelekî girîng dibînim, xelkê Sûriyeyê, Kurmanc û ne Kurmanc erdê wan e, mafê bav û kalan e. Xelkê me jî ji Hesekê ye. Em naxwazin bitirsin, ji tiştên ku min got ez dixwazim fêm bikim, yanî wekî bi dîplomasiyê gava tu hatîbî vê derê, tu ji vî tiştî re tiştekî nabêjî û tu çima tiştekî nabêjî?
Rûdaw: Belê, gelekî baş e. Yanî te hewl da pirsan bikî lê te bersiv nestand, wan nehişt ku tu biaxivî jî. Niha em hinekî te nas bikin. Em dixwazin ku bînerên me, temaşevanên me jî te nas bikin. Tu ji kû derê têyî û tu bi kîjan program an jî bernameyê hatî Neteweyên Yekbûyî?
Duzen Tekkal: Gava 2014an ferman li me rabû, me komeleyeke ava kir, navê wê Hawar e. Em keçikên Êzidî ne, em keçikên Kurmanc in. Em li Almanyayê mezin bûne û em xweşhal in ku me ji bîr nekir ku em ji kû derê ne. Wexteke zor e ji Kurmancan re, ji Êzidiyan re, ji kêmîneyan re jî lê me ji bîr nekir. Tiştê ku me fêm kir ji dê û bav, însaniyetî ye. Însaniyetî gelekî girîng e û gava ferman li me rabû, em beziyan. Ez li Almanyayê bûm, ne xema min bû lê tiştên ku bi çavên xwe dîtin min qebûl nekir. Xelkê wê derê jî li dijî DAIŞê texsîr nekir. Em çûm Îraqê, Şingalê, Kobaniyê. Min bi çavên xwe dît ku xelkê me çawa hat kuştin. Çawa li dijî DAIŞê ji rabûn ser xwe û hatin kuştin. Tirs nebû. Divê me xebata wan bimeşînin. Mirov ji hemûyan re dike lê kes li Kurdan napirse. Em naxwazim ferqê têxim navberê lê ez dixwazim bidim fêmkirin ku şoreşa ku em dê çêbikin, ne tenê ji Êzidiyan û Kurdan re ye. Em li Efxanistanê dixebitin, li Almanyayê, ji Misilmanan û Êzidiyan re. Rêxistina me li Almanya, Îraq, Kurdistan û Efxanistanê heye.
Rûdaw: Neteweyên Yekbûyî hûn vexwendin vir? Neteweyên Yekbûyî di vê çarçoveyê de bernameya jinan e yan tiştekî din? Peywendiyên Hawarê yên bi Neteweyên Yekbûyî re çawa ne?
Duzen Tekkal: Nadiya Murad jî li vir bû. Tiştên ku em dixwazin bidin fêmkirin, em jî dikarin ji xwe re xeber bidin. Me bi çavê xwe dît û tiştê ku hat serê me divê neyê jibîrkirin. Em dixwazin bi însanetiyê destê hev bigirin lê tirs mezin e, gava carekê ferman li me rabû çima careke din ranebe. Em li ser vî tiştî sekinîne, projeyên me hene û me gelek kes li vir nas kirin.
Rûdaw: Hûn hatin Neteweyên Yekbûyî we li vir axaftin kir û we behsa piştgiriyê kir.
Duzen Tekkal: Belê, konferanseke me jî hebû li vê derê, em bi xelkê re jî axivîn. Em hatin vexwendin. Em tenê ji bo dengê Kurdan û Êzidiyan nehatine vir, em ji dengê însanetiyê hatine vir.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo dema we. Em serkeftinê ji we re dixwazin. Em hêvî dikin ku dê baştir be. Spas.
Duzen Tekkal: Ez gelekî spasiya te dikim.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse