Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlehiyê dest danî ser hinek çekên nîvotomatîk.
Serokê Desthilata Dadweriyê ya Urmiyeyê Nasir Etebatî ragihand ku wan li Deriyê Sînorî yê Bazirganê yê Makûyê dest daniye ser 100 çekên nîvotomatîk.
Nasir Etebatî got, "Kompanyayeke Îranî ew çek ji Tirkiyeyê anîne û dixwest wan veguhêze Tehranê."
Nasir Etebatî her wiha da zanîn ku wan dosyeyeke lêpirsînê vekiriye lê behsa girtina ti kesî nekir.
Etebatî her wiha got ku ew çek wekî "çekên şoreşê" tên naskirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse