Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo ragihand, ji bo ku HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe diyarkirina demekê ne rast e.
Sîpan Hemo diyar kir ku heta niha ji bilî Peymana 10ê Adarê wan tiştekî din bi hikûmeta Sûriyeyê re îmze nekiriye û hemû gotûbêjên din devkî bûne.
Çarenivîsa Sûriyeyê piştî rûxîna desthilata Esed di qonaxeke hestyar de ye û yek ji mijarên sereke jî HSD û Rojavayê Kurdistanê ye.
Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo mijar Al-Monitorê re nirxand û bersiv da pirsên Amberin Zamanê.
Sîpan Hemo diyar kir ku di navbera nêrîna wan û ya hikûmeta nû ya Şamê de cudahiyeke bingehîn heye.
Li gorî wî, hikûmeta veguhêz tevlîbûnê wekî "rûxîn û înkarkirina nasnameyê" dibîne, lê HSD vê pêngavê wekî "parastina nasname, hebûn, reng û îradeyê" dinirxîne.
Sîpan Hemo her wiha tohmetên derbarê derengxistina pêvajoyê de red kirin û got ku ew ne xwedî ajandayên cudaxwaz in û daxwaza dewleteke serbixwe nakin.
Wî destnîşan kir ku armanca wan a sereke avakirina Sûriyeyeke demokratîk e û ew amade ne di vê çarçoveyê de rola xwe bilîzin.
"Ji bilî Peymana 10ê Adarê tiştek nehatiye îmzekirin"
Sîpan Hemo eşkere kir ku ji xeynî Peymana 10ê Adarê, heta niha ti gavên cidî di dan û standinên wan û hikûmeta Sûriyeyê de nehatine avêtin.
Wî da zanîn ku ew bi xwe jî di civîna dawî ya HSD û hikûmetê de amade bû û behsa avakirina 3 lîwayên ji HSDyê hatiye kirin lê ew gotin hemû devkî bûn û tiştek bi awayê fermî nehatiye îmzekirin û got:
"Dibe ku di rojên bê de, civîn di navbera HSD û hikûmetê de çêbibin.
Mezlûm Ebdî dê serpereştiya van dan û standinan bike û her gaveke erênî bê avêtin, em ê piştgiriya wê bikin."
"Diyarkirina demekê şaş e"
Sîpan Hemo li ser mijara dema tevlîbûna HSDyê ya nav Artêşa Sûriyeyê got:
"Ev yek girêdayî desthilata nû ya Sûriyeyê û dewleta demokratîk e. Ji bo tevlîbûnê diyarkirina demekê ne rast e."
Sîpan Hemo got ku hinek alî HSDyê bi derengxistina bicîhanîna xalên Peymana 10ê Adarê tohmetbar dikin lê ev yek ne rast e û HSD dixwaze bi rola xwe rabe û berpirsyariyê li seranserê Sûriyeyê wergire.
"Em ne cudaxwaz in"
Wî daxuyand ku HSD ne xwediyê ajandayên cudaxwaziyê ye û ne jî dixwaze dewleteke serbixwe ava bike û ew hemû gotin bê wate ne.
Sîpan Hemo derbarê nakokiyên wan û hikûmeta nû de got, "Rêbazên me û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê cuda ne.
Hikûmeta nû tevlîbûnê wekî rûxîn û înkarkirina nasnameyê dibîne lê ji bo me berevajî ye. HSD tevlîbûnê wekî parastina nasname, hebûn, reng û îradeyê dibîne."
"Eger me ev armanc dît…”
Fermandarê Sîpan eşkere kir ku yek armanca wan heye, ew jî ew e ku Sûriye bibe dewleteke demokratîk û got:
"Eger me ev armanc li cem hikûmeta Şamê dît, em dê bi awayekî otomatîk tevlî pêvajoyê bibin û wê biparêzin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse