Hewlêr (Rûdaw) - Sedat Akgokê ku li Girtîgeha Beşîkduzuyê ya Trabzonê girtî bû piştî 31 salan hat berdan.
Sedat Akgok sala 1994an li Amedê ji ber sedemên siyasî hatibû girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê heta hetayê li wî birîbû.
Akgok di nava van 31 salan de li gelek girtîgehan ma û herî dawî ew li Girtîgeha Beşîkduzuyê dihat girtin.
Cezayê wî yê 30 salan qediyabû lê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê du caran berdana wî asteng kiribû.
Akgok piştî ku rewşa wî careke din ji aliyê lijneyê ve hat nirxandin, hat berdan.
Sedat Akgok li ber derê girtîgehê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin û vegeriya mala xwe ya li Amedê.
Li Amedê gelek kes ji bo serdanê diçin mala wî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse