Civîna sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê: 'Neyînî bi dawî nebû'

02-06-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rûsya Ukrayna ŞEr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê ku bi mêvandariya Tirkiyeyê li Stenbolê hat lidarxistin û armanca wê dawîanîna bi şerê Rûsya-Ukrayna bû, bi dawî bû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncû Keçelî, di daxuyaniya xwe de ragihand, civîna ku demjimêr 14:45an li Qesra Çiraganê ya Stenbolê dest pê kiribû, bi dawî bûye.

Berdevk Keçelî, derbarê civînê de got, "Bi encameke neyînî bi dawî nebû."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serokatiya Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê kir û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalîn û Sererkanê Artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak jî beşdar bûn.

Di şandeya Rûsyayê ya ku beşdarî civînê bû de Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Medinsky, Alîkarê Wezîrê Karên Derve Mihail Galuzin, Alîkarê Wezîrê Parastinê Aleksandr Fomin û Serokê Daîreya Îstîxbarata Navendî ya Sererkaniyê (GRU) Îgor Kostyukov cih girtin.

Di şandeya Ukraynayê de jî Wezîrê Parastinê Rustem Umerov, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Sergiy Kyslytsya, Alîkarê Serokê Saziya Ewlehiyê ya Ukraynayê (SBU) Oleksandr Poklad û Alîkarê Serokê Saziya Îstîxbarata Derve Oleh Luhovsky amade bûn.

Danûstandin li Stenbolê di 16ê Gulanê de hatibûn kirin

Piştî şerê xwînrij ê ku di Sibata 2022yan de dest pê kiribû, Tirkiyeyê di heman salê de hem li Antalyayê hem jî li Stenbolê Rûsya û Ukrayna li ser heman maseyê anîbû cem hev, di Gulana 2025an de jî careke din li Stenbolê şandeyên Rûsî û Ukraynî piştî 3 salan anîbûn ser heman maseyê.

Di navbera Rûsya û Ukraynayê de danûstandin di 16ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn kirin.

Her du alî, di dan û standinan de li ser "bihevguhertina dîlan a 1000 bi 1000î", pêşkêşkirina bîr û rayên li ser agirbesteke îhtimalî bi awayekî berfireh, û paşê jî berdewamkirina dan û standinan li hev kiribûn.

Her du welatan, ragihandibûn ku guhertina dîlan a ku li Stenbolê li ser hatibû lihevkirin, di 25ê Gulanê de hatibû temamkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst