Kerkûk - Li Pirdê alozî: Tirkmenan êrişî şaredariyê kir

30-06-2025
RÛDAW
Nîşan Pirdê Kerkûk Alîgir Bereya Tirkmenan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hinek alîgirên Bereya Tirkmenan, yên ku ji sibeha îro ve li dijî danîna birêvebirekî Kurd ji bo Şaredariya Pirdêyê xwenîşandanê dikin.

Alêgiran her wiha li ser rêya sereke ya Hewlêr - Kerkûkê agir vêxist û rê hat girtin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ji bilî alîgirên Bereya Tirkmenan û hinek çekdarên Heşda Tirkmenî, endamê Fraksiyona Tirkmenan Ehmed Remzî û berpirsên Rêxistina Bedir û Bereya Tirkmenan yên li navçeyê jî di nav xwenîşanderan de ne.

Alîgir daxwaza yekê ji sê postên sereke yên Pirdêyê dikin: Birêvebiriya Polîsan, Şaredarî û Birêveberiya Nahiyeyê.

Nûçegihanê Rûdawê ji cihê xwenîşandanê ragihand ku xwenîşanderan diyar dikin ew dê berdewam bin heta ku yek ji wan sê postên girîng ên bajarokê radestî wan bê kirin.

Birêvebera nû ya Şaredariya Pirdêyê jineke Kurd e û xelka taxa Rehîmawa ya Kerkûkê ye.

Alîgiran her wiha di dema xwenîşandanan de êrişî avahiya Şaredariya Pirdê kir,

Di dema êrîşa ser avahiya Şaredariya Pirdê de, xwenîşanderan li polîs û pasevanên serokê şaredariyê dane û zerer gihandiye avahiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst