Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Gurzeyiyê yê nahiyeya Pirdê, aloziya di navbera cotkarên Kurd û artêşa Îraqê de careke din dest pê kir.
Artêşê rê li ber çinîna 1,400 donim garis digire û îmzekirina belgenameyekê kiriye şert ku cotkar wê yekê wekî "destberdana ji mafê xwedîtiyê" dibînin.
Birêvebirê Nahiyeya Pirdê Mutelîb Necmedîn eşkere kir ku Parêzgarê Kerkûkê dê "şêweyê belgenameyê biguhere."
Firqeya 8an a Artêşa Îraqê, îmzekirina belgenameya destjêberdana ji zeviyan kiriye şerta destpêkirina çinîna garisê 1,400 donim zeviyên li gundê Gurzeyiyê.
Ew zevî piştî koçberkirina Kurdan a li herêmê, ji ser navê Kurdan hatine derxistin û pêşkêşî Erebekî hawirde yê bi navê "Munîf Hewas" hatine kirin.
Astengî doh êvarê dîsa derketin holê. Cotkar ji bo çinînê çûn ser zeviyên xwe lê Firqeya 8an a Artêşa Îraqê nehişt ew berhemê xwe biçinin.
Yek ji cotkarên gund Îbrahîm Nesredîn ji Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed re got, "Em wê belgenameyê tije nakin, eger em bikin, tê wê wateyê ku em li wê yekê mukir tên ku em ne xwediyên zeviyan in.
Ev zeviyên bav û kalên me ne û tapoya me ya reş heye."
"Berhemên me di bin metirsiya jinavçûnê de ne"
Cotkar dibêjin ku tapoyên wan vedigerin beriya salên 1970yî.
Muxtarê gund Selman Gurzeyî beşdarî bultena Berpirsiyar a Rûdawê bû û got, ji bilî ku berhemên wan ên îsal ji ber baranê tûşî jinavçûnê bûne, rê li ber wan tê girtin ku zeviyên xwe ji bo demsala nû ya çandiniyê cot bikin.
Muxtarê Gurzeyiyê derbarê redkirina belgenameyê jî de got, tapoyên wan hene û îmzekirin tê wateya destjêberdana ji zeviyan.
Nûnerên cotkaran bi amadebûna birêvebiriya nahiyeya Pirdê, îro bi Fermandarê Firqeya 8an a Artêşê re civiyan.
Parêzgarê Kerkûkê destwerdanê dike
Mutelîb Necmedîn di bernameya Berpirsiyar de got, "Belgenameyek amade kiribûn ku dema me xwend ne ew belgeya qebûlkirinê bû.
Artêşê jî cotkar neçarî îmzekirinê nekirin. Artêşê xwest ku pirsgirêk bi rêya dadgehê were çareserkirin û gotin, 'ferman ji jor ve hatiye.'
Ji bo çareseriya pirsgirêkê ez bi Parêzgarê Kerkûkê re axivîm û bi berdewamî li ser xetê bû û min bûyerên rojê jê re ragihandin.
Di rojên bê de parêzgar dê ji Bexdayê vegere û bi cotkaran re bicive.
Parêzgar got, 'Em dê şêweyê belgenameyê biguherin û li şûna artêşê ez dê bi xwe destwerdanê bikim û çareser bikim.'"
Li gorî gotina Mutelîb Necmedîn niha tenê 6 cotkarên Gurzeyiyê mane ku garisên xwe neçinîne.
Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Ebdulah Mîrweys diyar dike ku bingeha pirsgirêkê 50 sal berê ye.
Ebdulah Mîrweys jî di bernameya Berpirsiyar de got, "Bi biryara Encûmena Bilind a Şoreşê ya Beasê ew zevî dane kesekî Ereb.
17ê Sibata 2025an Yasaya Hejmar 3 ku li Parlamentoya Îraqê derçûye divê were pêkanîn û pirsgirêkê çareser dibe.
Rênimayên pêkanîna yasayê çûye Encumena Şûraya Dewletê û heta niha ti xeber jê nîne."
Li gorî belgeyeke ku ketiye destê Rûdawê, rejîma Beasê 23yê Tebaxa 1977an bi biryareke "Encûmena Bilind a Şoreşê", dest daniye ser van zeviyan û bi sedan donim zeviyên din ên Kurdan.
Zeviyên gundê Gurzeyiyê jî li ser navê Erebekî hawirde yê xelkê Mûsilê hatiye tomarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse