Nêçîrvan Barzanî: Ez destxweşiyê li Erdogan û Ocalan dikim

58 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ji bo "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" de destxweşiyê li Erdogan û Ocalan kir û got, "Qonaxeke girîng dest pê kiriye, ezmûnê nîşan daye ku şer poşmaniyê li pey xwe tîne."

"Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" li Navenda Çandê ya Cem Karacayê ya li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê tê lidarxistin û dê du rojan berdewam bike.

Di konferansê de siyasetmedar, hiqûqnas û çalakvanên mafên mirovan ên ji welatên cuda, pêvajoya çareseriyê û aştiyê gotûbêj dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo konferansê peyamek şand.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab peyama Nêçîrvan Barzanî xwend.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Amadekarên Konferansê yên rêzdar,

Mêhvan û Beşdarên hêja,

Roj baş,

Gelek spasiya we dikim ji bo vexwendina min a vê konferansê.

Dîtina me li Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê, dîtineke neguher û stratejîk e. Em bawer dikin ku aştî tenê bêdengbûna çekan nîne, lê belê pêvajoyek e ji bo avakirina baweriyê, qebûlkirina hevdu û dîtina xalên hevbeş di navbera cudahiyan de.

Tundî û hevrikiyê, xeynî wêrankarî û paşdemayinê, ti encameke din ji bo gelan nebûye. Lê her dema ku deriyê diyalogê hatiye vekirin, her dema ku îradeya siyasî ji bo aştiyê hebûye, derfetên mezin ji bo geşbûn û aramiyê derketine pêş.

Tirkiye welatekî girîng û cîraneke me ya stratejîk e. Aramî û pêşkeftina Tirkiyê, bandoreke rasterast li ser aramiya Iraqê, Herêma Kurdistanê û tevahiya navçeyê dike. Tirkiyeya di aştiyê de, bihêztir e û dikare roleke mezintir li navçeyê bilîze.

Salên çûyî, me bi hemû awayî piştgiriya aştiyê kir. Wê qonaxê nîşan da ku diyalog dikare destkeftên mezin ji bo hemû aliyan bîne.

Îro jî, em hemû piştevaniya xwe ji bo serxistina aştiyê nîşan didin. Herêma Kurdistanê wekî her tim dê faktora aramiyê be li navçeyê.

Pêvajoyek wiha girîng di qonaxeke wiha hestiyar de, dibe ku rastî astengiyan were, lê belê divê ew astengî nebin sedema sarbûna ji aştiyê.

Serkeftina aştiyê bêhnfirehiyê dixwaze. Çi qas dem pêwîst be, divê ku berdewamî hebe.

Li vir dixwazim destxweşiyê li Cenabê Serok Recep Tayyîp Erdogan bikim ji bo rola girîng û dîtina wî ya wêrekane ya ji bo vebûna wî ya li hember aştiyê. Ev gaveke dîrokî ye ku îradeyeke siyasî ya bihêz, wêrekî, mêrxasî, qurbanîdan û canê berpirsiyariyê dixwaze.

Her wiha em destxweşiyê li Birêz (Abdullah) Ocalan, birêz Devlet Bahçelî û hemû wan kesayet û aliyan dikin ku perîşanê aştiyê ne û kar dikin ji bo ku aştî û pêkvejiyan serkeve. Hemû ewên ku dizanin pêşeroj tenê li ser bingeha aştî û aramiyê tê avakirin.

Dawiyê, hêviya serkeftinê ji bo konferansa we dixwazim.

Gelekî spas.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst