Karkerek ji avahiyeke 12 qatî ket û canê xwe ji dest da

07-01-2024
RÛDAW
Nîşan Sine Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê karkerek ji avahiyeke 12 qatî ket û canê xwe ji dest da.

Li taxa Beharanê ya bajarê Sineyê karkerekî 27 salî ji qata 12emîn a avahiya lê dixebitî ket û di cih de canê xwe ji dest da.

Karkerê ku ji gundê Bêsarana Sineyê di dema kar de tedbîrên herî bingehîn negirtine bi awayî xebitiye.

Li gorî raporeke Rêveberiya Karûbarên Civakî ya Sineyê sala 2022yan 230 karker li ser kar rastî qezayan hatine.

Herçiqas karker bi xwe jî gelek caran tedbîran wernagirin li gorî çalakvanên karker, karsaz jî alavên parastinê nadin karkeran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Nêçîrvan Barzanî çû şîna Pêşmergeyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Nêçîrvan Barzanî: Îran mikur hat ku şaşî hatiye kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî êrişa bi mûşekan a Îranê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê wan pêwendî bi Îranê re daniye