Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama êrişên hêzên girêdayî hikûmeta Şamê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê de 7 sivîlan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne.
Ji doh ve artêşa Sûriyeyê û komên çekdar bi dijwarî êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dikin.
HSDyê li ser rewşa dawî û bilançoya êrişan daxuyaniyek belav kir.
"7 sivîl hatin kuştin, 52 birîndar hene"
HSDyê di daxuyaniya xwe de amarên destpêkê yên qurbaniyan eşkere kirin û got:
"Li gorî amarên ne dawî, hejmara kesên ku di encama topbarana komên girêdayî hikûmeta Şamê ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê de jiyana xwe ji dest daye derket 7an û 52 kes jî birîndar bûn."
HSDyê destnîşan kir ku topbarana li wan taxan bi tank û dronan berdewam dike.
"Dorpêça giran û metirsiya karesatê"
HSDyê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa mirovî ya xirab û hat diyarkirin ku rê nayê dayîn pêdiviyên jiyanî derbasî taxan bibin.
HSDyê wiha got, "Di heman demê de, her du tax di bin dorpêça tam de ne.
Ew kom rê nadin ku xwarin, derman û kelûpelên sereke derbas bibin.
Ev yek rewşa mirovî xirabtir dike û jiyana bi hezaran sivîlan dixe metirsiyê."
"80 tank şandine derdora taxan"
Hêzên Sûriyeya Demokratîk hişyarî da ku amadekariya şerekî mezin tê kirin û bêdengiya navneteweyî rexne kir:
"Raporên meydanî nîşan didin ku zêdetirî 80 tank û wesayîtên leşkerî yên giran li derdora her du taxan hatine bicihkirin.
Ev yek wekî nîşaneyeke cidî ya îhtimala gurbûna şerekî berfireh tê dîtin û di demekê de ku bêdengiya navneteweyî berdewam dike, dibe sedema zêdebûna dilgiraniyan."
Artêşa Sûriyeyê şer ragihandibû
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ragihandibû ku ji niha û pê ve hemû pêgehên leşkerî yên HSDyê yên li wan taxan "hedefên leşkerî yên rewa" ne û ji xelkê xwestibû ku xwe ji baregehên HSDyê dûr bixin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse