Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik ragihand ku êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê leşkerî ne, beşek ji planeke berfireh in ku armanca wan tasfiyekirina civaka demokratîk û îradeya Kurdan e.
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik ji ANFyê re axivî û bal kişand ser wê yekê ku êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşek ji vî şerê gerdûnî û herêmî ne.
Bayik diyar kir ku şoreşa Rojava bi hemû aliyên xwe ve rê li ber şerê nû yê parvekirinê yê li Rojhilata Navîn girtiye, lewma hatiye hedefgirtin.
Bayik got, “Êrişên li ser Rojava hem aliyên navneteweyî hem jî yên herêmî hene” û anî zimên ku ev êriş rasterast bi polîtîkayên dewlet-navend ên hêzên navneteweyî ve girêdayî ne.
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê, “Ji ber ku hêzên navneteweyî dewletan esas digirin, polîtîkayeke wan a yekgirtî ya li ser Kurdan nîne.”
Bayik destnîşan kir ku Tirkiyeyê, HTŞ û aktorên din ên li herêmê li ser vê bingehê gihîştine hev û ji bo “şikandina îradeya Kurdan” ketine tevgerê.
Bayik bal kişand ser wê yekê ku ev plana li dijî Rojavayê Kurdistanê ne tenê leşkerî yan siyasî ye, di heman demê de êrişeke îdeolojîk e û got:
“Aliyekî girîng ê êrişa li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedefgirtina civaka demokratîk e.”
Bayik destnîşan kir ku pergala li wir hatiye avakirin xwe dispêre “paradigmaya civaka ekolojîk a demokratîk a azadîxwaz a jinê.”
Ji ber vê yekê Bayik diyar kir ku êriş tê wateya “êrişeke rasterast li ser paradigmaya civaka demokratîk” û anî zimên ku modela xwerêveberiyê ya li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo paşeroja Rojhilata Navîn xwedî wateyeke mezin e lewma bûye hedefa sereke.
Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê amaje bi êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê jî kir û got:
Tiştê ku çareseriya Pirsgirêka Kurdan herî zêde zehmet dike, dabeşbûna wê ya li 4 parçeyan a di dilê Rojhilata Navîn de ye: Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye. Di hemû van welatan de Kurd koma duyem a herî mezin a etnîkî ne.
Li Îranê Azerî hene lê ji ber ku Şîetî li cem wan nasnameya pêşîn e, aliyên wan ên etnîkî dernakevin pêş. Her 4 dewlet jî di sedsala 20an de bi têgihiştina netewe-dewletê şikil girtin.
Her çend nêzîkatiya herî tund a li hemberî hebûna Kurdan li Tirkiyeyê be jî, li 3 welatên din jî polîtîkayeke serdest li ser Kurdan hatiye meşandin.
Ji ber ku cihê Rojhilata Navîn di hevsengiyên cîhanê de gelekî girîng e, hêzên navneteweyî ji bo polîtîkayên xwe dewletan esas digirin.
Ev jixwe di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de handîkapeke girîng e.
Li aliyê din, her çend ev 4 dewlet di mijarên din de li dijî hev bin jî, dema mijar dibe Kurd, dikarin polîtîkayeke hevpar hilberînin.
Ev rastî nîşan didin ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dê bi çi zehmetiyan re rûbirû bibe. Dema têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tê dayîn, divê ev li ber çavan bên girtin û polîtîka wilo were meşandin.
Derbaskirina van handîkapên ku me diyar kirine, ji aliyekî ve hewceyî têkoşîneke biryardar û xurt e, ji aliyê din ve jî hewceyî hûrgilî û hostatiya siyasî ye.
Ji vî alî ve, di Pirsgirêka Kurdan de gotinên hamasî û kurtedem encamê nadin.
Bi kurtasî, Pirsgirêka Kurdan bi pirsgirêkên wekhev ên li deverên din ên cîhanê re nayê muqayesekirin.
Çaresernekirina Pirsgirêka Kurdan ne bi kêmî yan zêdebûna daxwazan re têkildar e.
Ji ber polîtîkayên tunekirina hebûna Kurdan a bi têgihiştina netewe-dewletê çareser nabe.
Eger Kurd polîtîkaya li ser wan tê meşandin bi pirsgirêkên li deverên din ên cîhanê re muqayese bikin, dê hem bikevin xefletê hem jî nikaribin polîtîkayên çareseriyê hilberînin.
Êrişên li ser Rojava hem aliyên navneteweyî hem jî herêmî hene.
Hêzên navneteweyî bi fikirîna ku berdewamkirina têkiliyên taktîkî yên bi Rojavayê re ku li dijî DAIŞê hevkarî hatibû kirin ne di berjewendiya wan de ye; têkiliya bi Tirkiye û hinek welatên Ereb re girîngtir dîtin.
Di rûxandina Esed de bi Tirkiye û welatên Ereb re li hev kirin. Berjewendiyên Îsraîlê jî li ber çavan hatin girtin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse