Merwan Elî: Li Kobaniyê dê jiyan bi temamî asayî bibe

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Merwan Elî Hisîça Kobanî Deriyê Sêmalkayê HSD Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Sûriyeyê yê Hisîçayê Merwab Elî ragihand ku Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê yê stratejîk "di bin kontrola dewletê de ye" lê paşeroja wî dê di gotûbêjên navbera Şamê û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de diyar bibe.

Merwan Elî her wiha got ku jiyan dê li Kobaniyê di demeke nêzîk de asayî bibe.

Merwan Elî piştî serdana parêzgarê nû yê Hisîçayê Nûredîn Îsa, li gel berpirsê Hêzên Asayîşa Navxwe Siyamend Efrîn daxuyaniyek da rojnamegeran.

Merwan Elî civîn wekî "gelekî erênî" bi nav kir û ragihand ku ew êdî derbasî qonaxa bicihanîna peymana di navbera hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûne.

Pêngavên yekem ên peymanê: Dewirkirina balafirgeh û zeviyên petrolê

Merwan Elî da zanîn ku sê xalên yekem ên peymanê (agirbest, avakirina xalên ewlehiyê û hevahengî) bi serkeftî hatine bicihanîn.

Elî tekez kir ku qonaxa bê dewirkirina cihên stratejîk e û wiha got:

"Me li ser gavên bên avêtin li hev kir. Em dest bi pêvajoya dewirkirina Balafirgeha Qamişloyê û zeviyên petrolê yên Rimêlanê dikin.

Ji bo ku alozî bi temamî ji holê rabe, dê hêzên leşkerî yên her du aliyan vekişin baregehên xwe û cihê xwe ji bo yekîneyên asayîşa navxwe bihêlin."

Rewşa li Kobanî û Şedadê asayî dibe

Fermandarê Sûriyeyî Merwan Elî amaje bi wê yekê kir ku li herêma Şedadê ti kombûneke leşkerî nîne û wan peyama aramiyê daye xelkê.

Merwan Elî derbarê rewşa li Kobaniyê jî wiha axivî:

"Mijara Kobaniyê, bi Qamişlo û Hisîçayê re yekpare ye.

Hêzên Asayîşê derbasî herêma Şiyûxê bûn û di demeke pir nêz de dê hêzên ewlehiyê derbasî navenda bajarê Kobaniyê jî bibin.

Bi vekişîna yekîneyên leşkerî re, jiyana li bajêr dê bi temamî asayî bibe."

Vegera koçberan: "Mal dê bên valakirin"

Elî derbarê xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî de jî agahî da û got ku hemû koçber dê bi serbilindî vegerin.

Merwan Elî diyar kir ku ji bo vê armancê, xebatên teknîkî û lojîstîkî dest pê kirine da ku malên ku niha ji aliyê kesên din ve tên bikaranîn, bên valakirin û radestî xwediyên wan ên resen bên kirin.

Gotûbêjên li ser Deriyê Sêmalkayê didomin

Li ser pirsa Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê ya derbarê paşeroja Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê de, Merwan Elî piştrast kir ku derî dê bikeve bin desthilata dewletê lê li ser girîngiya taybet a wî derî ji bo Kurdan jî ev tişt got:

"Sêmalka dê bikeve bin serweriya dewletê û wekî hemû deriyên sînor ên din dê bibe xwedî statuyeke fermî.

Lê belê, hûrgiliyên derbarê rewşa taybet û paşeroja siyasî ya vî derî dê bi gotûbêjên siyasî yên payebilind ên di navbera rayedarên Şamê û General Mezlûm Ebdî de bên diyarkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst