Mezlûm Ebdî: Em dê heta dawiyê herêmên Kurdan biparêzin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî HSD Rojavayê Kurdistanê Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî diyar kur ku wan nexwestiye heta dawî li Reqa û Derêzorê şer bikin û ji ber wê yekê ji wan herêmên vekişiyan.

Mezlûm Ebdî got, “Me hêzên xwe vekişandin Kobanî û Cizîrê û heta kesek jî ji me bimîne em dê axa Kurdan biparêzin.”

Fermandarê Giştî yê HSDyê ji Ronahî TVyê re axivî û da zanîn ew dixwazin bi rêya diyalogê pirsgirêkên li gel Şamê pirsgirêkan çareser bikin.

Mezlûm Ebdî behsa civîna li Hewlêrê jî kir û da zanîn armanca wê civînê agirbest bû.

Fernandarê HSDyê da zanîn ku ew ji aliyê xwe ve hewl didin maweyê vê agirbestê bi kar bînin da ku ew rêkeftina hatiye kirin were bicihkirin."

Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew dixwazin li gel gelê xwe şefaf bin û got:

"Em dixwazin behsa her tiştê ku heta niha hatiye kirin bikin. Tiştê heye ew e ku dan û standin hene û hinek xal jî hene ku her du aliyan li ser wan li hev kirine.

Bê guman hinek daxwaz jî ji me tên kirin."

Ebdî destnîşan kir ku her cure çareseriyek ji bo Kobaniyê û Qamişloyê were kirin, divê heman çareserî Serê Kaniyê û Efrînê jî li xwe bigire.

Fermandarê Giştî yê HSDyê her wiha got, "Xeteke vekirî ya pêwendiyê di navbera me û Şamê de heye.

Li gorî wê rêkeftina hatiye kirin, nabe artêş bikeve nav herêmên Kurdan."

Mezlûm Ebdî diyar kir ku heta wê demê ku li gel hikûmeta Sûriyeyê digihin rêkeftin û çareseriyekê, ew dê di berxwedanê de bidomin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê amaje pê kir ku wekî sala 2014an, Kobaniyê serkêşiya vê berxwedanê dike.

Mezlûm Ebdî derbarê rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê jî got:

"Tiştê ku gelê Kurd heq nedikir qewimî.

Ebdî, spasiya hemû alî û kesayetên ku piştgirî daye Rojavayê Kurdistanê kir û got: "Hêzên siyasî yên Kurd îro hemû li gel Rojavayê Kurdistanê ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst