Di şev û rojekê de 4 kolber hatin birîndarkirin

07-03-2024
Nîşan Kolber Hêzên Îranê Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarên Bane û Paweyê yên Rojhilatê Kurdistanê di şev û rojekê de çar kolber hatin birîndarkirin.

Hêzên sînorî yên Îranê, kolberekî xelkê Paweyê yê bi navê Eta Husênî li bajarokê Newsûdê birîndar kir.

Li gorî agahiyan gule li depê sînga Eta Husênî ketine.

Xelkê, berê Eta rakiriye Nexweşxaneya Newsûdê lê ji ber ku birîna wî xedar bû tîmên tenduristiyê ew paşê veguhastiye nexweşxaneyeke li Paweyê.

Îro berê sibehê jî li herêmên sînorî yên Paweyê mayîn bi kolberekî de teqiya.

Ev kolber ji gundê Banewrê yê Paweyê ye û navê Mihemed Mîranî ye.

Li gorî agahiyan, Mihemed Mîranî lingekî xwe ji dest daye û niha li Nexweşxaneya Paweyê tê tedawîkirin.

Hêzên sînorî yên Îranê doh li Newsûdê kolberekî bi navê Efşîn Nezerî desteser kiriye û paşê bi lêdanê ew birîndar kiriye.

Dîsa doh li herêmên sînorî yên Baneyê kolberekî 23 salî yên bi navê Mehdî Enwerî bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê birîndar bû.

Mehdî Enwerî xelkê Seqizê ye û li Hengejalê hatiye birîndarkirin.

Li gorî amarên Saziya Mafên Mirovan a Kurdpayê, par herî kêm 32 kolber mirine, 307 kolber birîndar bûne û du kolber jî winda ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst