Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê tankêrek û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan îro li navçeya Wêranşarê tankêra qîrkirina rê, li otomobîlekê da û piştre jî li dîwarê Fermandariya Cendermeyan a navçeyê qelibî.
Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê 3 kesên birîndar Mehmet Aktaş, Ercan Savluk û Sinan Kirici veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.
Lê li gel hemû midaxeleyan Mehmet Aktaş canê xwe ji dest da.
Hat zanîn ku dermankirina Ercan Savluk û Sinan Kirici berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse