Li Sêwazê xwişk û birayek li mala xwe kuştî hatin dîtin

07-05-2025
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Umut Şîmşek Melîsa Şîmşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parezgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê li apartmaneke du xwişk û bira di nav xwînê de hatin dîtin.

A.Ş.ya dayîk dema çû malê, kurê xwe Umutcan Şîmşekê 22 salî û keça xwe Melîsa Şîmşeka 16 salî di nav xwînê de dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Di lêkolîna tîmên tenduristiyê û polîsan de hat tesbîtkirin ku qirikên Umutcan Şîmşek û Melîsa Şîmşekê bi kêrê hatine birîn û wan canê xwe ji dest daye.

Birêvebirê Ewlehiyê yê Sêwazê Burhan Akçay jî çû cihê bûyerê û agahî wergirtin.

Lêkolîna tîmên polîsan a li cihê bûyerê didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst