Li Silêmaniyê zilamekî 41 salî bi 4 guleyan hat kuştin

07-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li Taxa Şehîdên Serçinar a Silêmaniyê, kesekî 41 salî di mala xwe de kuştî hat dîtin. Polîsê Silêmaniyê dibêje, lêpirsîn dest pê kiriye lê belê kujer hêj nehatiye desteserkirin.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê, Serkwet Ehmed ji Rûdawê re ragihand, “sibeha îro demjimêr 03:22 li Taxa Şehîdên Serçinar a Silêmaniyê, zilamekî 41 salî di mala xwe de bi 4 guleyan hatiye kuştin.”

Serkewt Ehmed diyar kir, hêzên polîs derbarê bûyerê de lêpirsîn dest pê kirine, lê belê heta niha kujer nehatiye desteserkirin.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê destnîşan kir, lêpirsîna derbarê bûyerê de hêj di qonaxa destpêkê de ye û sedema kuştina wî kesî nehatiye zanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst