Welatiyê Kurd ê ku li Şamê hatibû revandin piştî 3 rojan termê wî hat dîtin

07-07-2025
RÛDAW
Nîşan Welîd Mela Mûsa Şam Kurd Revandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê termê welatiyê Kurd Welîd Mela Mûsa piştî sê rojan ji windabûna wî, duh kuştî hat dîtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Welîd Mela Mûsa yê ku wekî Ebû Hesen jî tê naskirin ji gundê Sîha Biçûk yê Qamişloyê ye û ev 15 sal bûn ku li Şamê şofêrî dikir.

Welîd Mela Mûsa roja Înê piştî ku rêwiyek bi awayekî taybet bir cihekî, pêwendî pê re qut bûbû.

Piştî lêgerînê tenê otomobîla wî hatibû dîtin lê çarenivîsa wî ne diyar bû.

Doh hate ragihandin ku termê Mela Mûsa hatiye dîtin û diyar bûye ku ew hatiye kuştin.

Welîd Mela Mûsa zewicî bû û bavê du kur û du keçan bû.

Ji ber rewşa aborî û peydakirina debarê, Mela Mûsa gundê xwe bicih hiştibû û berê xwe dabû Şamê da ku kar bike.

Heya niha sedema kuştina wî û nasnameya kujeran nehatiye zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst