Demsala masiyan ne bi dilê masîfiroşan dest pê kir

07-09-2025
Omer Sonmez
Firoşgeheke masiyan /Wêne û Vîdeo: Faruk Uysal-Rûdaw
Firoşgeheke masiyan /Wêne û Vîdeo: Faruk Uysal-Rûdaw
Nîşan GGC Abdulselam Akinci Şevket Herki Demsala Masiyan Masîgirtin Masîfiroş
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê piştî qedexeya girtina masiyan a ku 1ê Îlonê bi dawî bû, demsala nû ya masîgiriyê dest pê kir.

Lê belê îsal li gorî salên borî masiyên mezin ên wekî palamûdan kêm in û ev yek jî masîfiroşan nîgeran dike.

Li ser dezgehan bi giranî masiyên biçûk ên wekî hemsî û îstavrîtan hene û kîloya wan di navbera 200 û 250 lîreyî de ye.

Masîfiroşên li bazara dîrokî ya Karakoyê dibêjin ku ji ber kêmbûna palamûdan, eleqeya xelkê jî kêm e û ew li hêviyê ne ku piştî nîvê mehê û sarbûna hewayê rewş baştir bibe.

"Îsal qira palamûdan hatiye"

Masîfiroş Savaş Duzenlî got, “Li gorî sala par masî hindik e lê ev ji bo hin cureyên masiyan e.

Mesela îsal qira palamûdan hatiye. Hema bêje li behrê palamûd nemaye.

Ji loma jî niha eleqeya xelkê bo bazarê kêm e, lewra xelk li benda palamûdan e.

Li gorî sala par bihayê masiyan 50-60 lîre zêde bûye. Lê li rojên pêş bi zêdebûna masiyan wê bihayê wan jî dakeve xwarê.”

Masîfiroş û xebatkarê xwaringeha masiyan Baran Demirtaş jî diyar kir:

“Li gorî sala par em dikarin bêjin ku sala par palamûd gelekî zêde bû. Îsal palamûd tune ye.

Îsal masiyên piçûk yên wek hamsî, îstavrit, sardalya û tekir hene.

Li restauranta me jî çupra û levrek gelekî diçin. Em dikarin bêjin sezona îsal gelekî xirab e.”

Welatî li ser bihayê masiyan ne hemfikir in

Li ser dezgehan bihayê hemsî û îstavrîtan di navbera 200 û 250 lîreyan de ye. Hinek welatî ji bihayê razî ne, hinek jî gazinan dikin.

Welatiya bi navê Guzînê anî zimên, “Li gel ku sezona masiyan nû dest pê kiriye jî bihayê wan guncaw e.

Me zivistanê jî hemsiyan bi 250 lireyî nexwaribû. Tevî ku havîn e jî bihayê hemsiyan baş e. Ji ber ku hemsî teze ye ez hemsî distînim.”

Welatiyê bi navê Sadî Adlan gazincên xwe yên ji bihabûnan wiha anîn zimê:

“Tevî ku destpêka sezonê ye jî bihayê masiyan hinek zêde ye.

Wisa xuya ye niha hêj masî tune ye. Ji loma jî, mixabin masiyên erzan tune ye.”

Çanda masî-kebabê

Li derdora Karakoy û Emînonuyê, bi taybetî geştyar eleqeyeke mezin nîşanî dezgehên seyar ên masî-kebabê didin.

Hostayê masîçêkirinê Ferhad Sevim behsa karê xwe kir û got, “Malbata me ev 20 sal in vî karî dike.

Ez jî 5-6 salane vî karî dikim. Em li vir masî kebab difroşin. Lê dema zabita tên em ji destê wan direvin diçin ciheke din.

Serê sibê saet di 9an de em dest bi kar dikin heta derengê şevê; saet 12 û 1ê şevê jî em li ser kar in.”

Geştyarê Japonî Tomio jî anî zimên, “Ez ji Japonyayê hatime vir. Masiyên wan gelek xweş in. Min eciband.”

Masîgirên hobî jî ne kêfxweş in

Li ser Pira Galatayê û li beravên Halîçê bi sedan kes ji bo hobî û debara mala xwe nêçîra masiyan dikin, lê ew jî ji kêmbûna masiyan gilîdar in.

Masîgirê amator Haşim Germi jî got, “Ez ji bo hobî masiyan digrim. Ji bo xwarina malê ez masiyan digrim, lê ger zêde be ez difroşim jî.

Lê ji serê havînê ve rewşa girtina masiyan xweş nîne. Lewra em kêm caran masiyan diqefêlin. Me hêj masiyên mezin negirtine.”

Masîgir û masîfiroşên Stenbolê hêvî dikin ku piştî 15ê Îlonê û sarbûna hewayê, palamûd zêde bibin û hezkiriyên palamûdan bigihîjin miradê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst