Şirnex - Ji bo sivikkirina barê malbatan xwarina taziyeyan hat rakirin

07-09-2025
Ferdî Sak
Xwarineke taziyeyê/Wêne: Ji vîdeoyê
Xwarineke taziyeyê/Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Qileban Şirnex Gundê Ripinê Xwarina Taziyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Ripinê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê, rûspî û kesayetên gund ji bo sivikkirina barê malbatên xwedî şîn, biryar da ku êdî xwarina taziyeyan neyê dayîn.

Di dema taziyan de malbat û kesûkarên miriyan bi şîn û xema xwe re mijûl dibin lê li gel vê yekê çêkirina xwarinê ji bo mêvanan jî bargiraniyeke aborî dixe ser milê wan.

"Me biryar da ku em êdî li ser meyt xwarinê nedin"

Welatiyekî ku nêrîna xwe anî ziman, bal kişand ser lêçûna zêde û got, "180 hezar lîre pere li vê xwarinê çûye.

Ev ne baş e û em van pereyan bidin van sêwiyan gelek xêrtir e û ji bo me hemûyan tiştekî baştir e. Me biryar daye em êdî li ser meyt xwarinê nedin.”

Piştî vê destpêşxeriya gundê Ripinê, li seranserê navenda navçeya Qilebanê jî biryar hat dayîn ku xwarina taziyan bê rakirin.

Rûspî û Kesayetê Eşîra Goyan Salih Tanik li ser biryarê wiha axivî:

“Ji niha û pê ve bi qeweta Xwedê û li ser şerefa Ripiniyan ev daxwaza ku wan kiriye û ev biryara ku wan daye em hemû pêbend dibin.

Bi qeweta Xwedê xwarina meyt êdî nîne. Sed car li ser xêrê be.”

Kesayetên olî jî piştgirî dan vê pêngavê û ew di cih de dîtin.

"Dema cenaze dikeve divê em ji wan re bibin alîkar"

Melayê Gundê Ripinê jî li ser mijarê got:

"Mixabin niha di nav civaka me de wiha lê hatiye dema cenazeyek dikeve, hemû civaka me diçe ser û guhê malbata cenazeyê.

Ew ji xwe xemgîn in lê 2-3 rojan ew milet li cem wan dicivin û eziyeteke zêde didin wan.

Pêwîst e em guh bidin pêşniyarên Pêxember. Dema cenaze dikeve divê em ji wan re bibin alîkar.”

Esnaf û dikandarên li navçeya Qilebanê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vê biryarê anîn ziman.

"Di şînan de xwarin çêkirin tiştekî gelek şaş e"

Esnaf Alî Urek destnîşan kir ku berê cîranan alîkarî dikir lê niha ev edet bûye barekî giran û wiha pê de çû:
“Di zarokatiyê de tê bîra min dema taziyek çêdibû, li gund, tax û derdora me dayik û bavên me xwarin amade dikirin û bi xwe re dibirin cihê taziyê.

Lê îro barekî giran danîne ser xwediyê meyt û di şîna xwe de xwarin çêkirin tiştekî gelek şaş e. Ev tişt teqez divê rabe û em hemû piştevaniya wê dikin.”

Esnaf Cindî Heletî jî hêvî kir ku ev biryar li her derê belav bibe û got:

“Xwedê bike ev biryar di nav hemû Goyiyan de belav bibe. Biryareke gelekî baş e û em spasiya wan dikin.”

Ev biryar di demekê de ye ku li hinek gundên Qilebanê jî ji bo sivikkirina barê malbatan, xerciya xwarina taziyê bi awayekî hevbeş ji aliyê hemû gundiyan ve tê dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst