Heseke (Rûdaw) – Li Bi nêzîkbûna rojavabûnê rojane bi dehan masîgir berê xwe didin Bendava Başûrê Hesekê. Hecî Nezîr Salih ku di salên 60 yên temenê xwe de ye bi şahê masîgiran li Hesekê tê naskirin, piraniya demên xwe li Bendeva Başûrê Hesekê derbas dike, lutkeya kêfxweşiya wî dema masiyekî digire yan jî tora wê tije masiyên biçûk dibe.
Gelek corên masiyan li Bendeva Başûrê Hesekê ku 30 kîlometran dûrî navenda bajêr e, hene herî zêde corê “sazan” e, berê core “miş”t ango “tîlapya” gelekî zêde bû lê niha li ber nemanê ye.
Masîgir Hecî Nezîr Salih dibêje: “Masî ji pişta wê ve dixin çengelê ji b bo ku masî nekuje. Masî ji bo ku sax bimîne, niha li qiraxên avê tu dê bibînî çawa dilive. Ev livîna wê ye, tu dibînî dilve, ev hereket û livîna wê masiyan bi aliyê xwe radikêşe, ev xwarineke zindî ye ku masiyên mezin radikêşe.”
Masîgir şevên xwe bi gerandina civatan û vexwarina çayê li kêlek vê avê derbas dikin.
Hecî Nezîr Salih dibêje li ser pirsa “Dema herî guncaw bo girtina masiyan kengî ye?” dibêje: “Masî herî zêde bo ku xwarinê bixwe dilive, ew jî di dema rojavabûnê de, berî wê bi nîv demijmêrê heta piştî rojavabûnê bi demjimêrekê, herwiha serê sibehê beriya ku dinya ronak bibe. Di demsala havînê de, dema ku pileyên germayê yên avê bilind dibin, masî derdikevin, ev dem in yên ku masî têde xwarinê dixwe.”
Salih dide zanîn ku gelek cor masiyan hene, weke masiyê “silor” herî zêde danê şevê xwarinê dixwe, û zêdetir goşt dixwe.
Masîgir Nezîr da zanîn ku ew bi xwe mamoste ye, lê masîgirtin bo wî hez e, ew çend masiyan bigrim bo malê dibin yan jî dide nas û hevalên xwe.
Gelek corên masiyan li vê bendavê hene herî zêde corê aazan e, berê core mişt ango tîlapya gelekî zêde bû lê niha li ber nemanê ye.
Masîgir berhemên keda xwe yan li cadeya serekî ya ku diçe bajarê Hesekê yan jî li nava bajar bi xwe difroşin.
Ji ber giringîpêdan û heza wan bo girtin û xwarina masiyan xelkê Hesekê nave rawestgehekê li taxa Ezîziyê kirine Mesmekê ku ji gotina Semek ya bi zimanê erebî hatiye, wateya wê jî bi zimanê Kurdî masî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse