Tulay Hatîmogullari: Dem hatiye ku ji bo aştiyê gavên hiqûqî bên avêtin

07-10-2025
Nîşan DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê Tulay Hatîmogullari Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê got,” Dem hatiye ku ji bo aştiyê gavên hiqûqî bên avêtin.”

Tulay Hatîmogullari li civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Hatîmogullari got ku ji bo avakirina komara demokratîk divê aştî pêk were.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê bang kir ku Komîsyon bi lez biçe Îmraliyê û li Abdullah Ocalan guhdar bike.

"Civak aştiyê dixwaze lê bawerî kêm e"

Tulay Hatîmogullariyê diyar kir ku Tirkiye bi krîzên piralî re rû bi rû ye û civak ji bo çareseriyê li benda gavên berbiçav e.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di berdewamiyê jî de got, "Di hemû hevdîtinên me yên bi gel, rêxistinên ked û pîşeyî, partiyên siyasî û tevgerên civakî re peyameke bingehîn derket holê.

Her kes ji dil û can aştiyê dixwaze lê ji ber ku gavên berbiçav nayên avêtin, em hemû dizanin ku di nava civakê de têra xwe bawerî bi vê pêvajoyê çênebûye."

"Ocalan û tevgera wî benda astengiyeke mezin derbas kirin"

Hatîmogullariyê gavên ku di sala borî de ji bo aştiyê hatine avêtin bi bîr xist û wiha domand:

"Di sala borî de, banga Birêz Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk pêk hat.

Li ser vê bangê, PKKyê kongreya xwe li dar xist û biryara xwefesixkirinê ragihand.

Her wiha di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê komeke ji 30 PKKyiyan pêk dihat merasîma şewitandina çekan li dar xist û peyameke xurt da."

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê tekez kir ku êdî dora hikûmet û dewletê ye ku gavan bavêje û wiha got:

"Pirsa esasî êdî ev e; hikûmet û dewlet dê kengî ji bo aştiyê bikevin nava liv û tevgerê?

Divê neyê jibîrkirin ku Birêz Ocalan û tevgera wî bi gavên ku avêtin kirin ku benda astengiyeke mezin were derbaskirin."

"Divê Komîsyon biçe Îmraliyê"

Tulay Hatîmogullariyê her wiha da zanîn ku Komîsyonê heta niha 13 civîn pêk anîne û li gelek kesan guhdar kiriye.

Wê got, piraniya kesên hatine guhdarîkirin gotine ku divê Pirsgirêka Kurdan bêyî " lê" û "lêbelê" were çareserkirin û gavên hiqûqî werin avêtin.

Hatîmogullariyê banga xwe ya ji bo çûna Îmraliyê dubare kir û got: "Divê Komîsyon dem winda neke û Birêz Ocalan guhdar bike.

Ji ber ku Birêz Ocalan gotiye, 'Eger Komîsyon were, ez dê pêvajoya muzakereya demokratîk bidinm destpêkirin.'  Mifteya aştiyê li cem muxatab û aktorê sereke ye.

Diyaloga rasterast a bi Îmraliyê re, dikare bibe gava herî girîng a ku dê çekan bêdeng bike û zemîna hiqûqî ava bike.

Em li bendê ne ku Serokê Parlamentoyê Birêz Numan Kurtulmuş însiyatîfê bi kar bîne."

"Divê mafê hêviyê were naskirin û girtiyên Doza Kobaniyê bên berdan"

Hatîmogullariyê her wiha bal kişand ser "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan û got ku divê ev maf bi lez bikeve rojevê û biryara Komîteya Wezîran a Ewropayê di vî warî de were cîbicîkirin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di dawiya axaftina xwe de daxwaza berdana girtiyên Doza Kobaniyê kir û got, "Divê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên Kobaniyê bi lez bên berdan.

Kelemçe li siyasetê nayê xistin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst