Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û namzedê raspartî yê ji bo pêkanîna hikûmeta Îraqê Elî Falih Zeydî bi telefonê axivîn.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Elî Falih Zeydî li ser pêwendiya telefonî ya Serok Mesûd Barzanî Elî Zeydî daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di pêwendiya telefonî de ji bo bilezkirina kar û barên pêkanîna hikumetê tekezî li ser girîngiya bihêzkirina pêwendî û hevahengiya di navbera hemû hêzên niştimanî de hat kirin.
"Divê daxwazên welatiyan werin bicihanîn"
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku divê hikumeta bê bi awayekî be ku "Daxwazên welatiyan ên li seranserê welêt bi cih bîne".
Elî Falih Zeydî ji bo pêkanîna hikûmeta nû hatiye raspartin û ji bo avakirina kabîneya xwe 30 roj li pêşiya wî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse