Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rûxana rejîma Beşar Esed, gelek koçberên Efrînî yên vedigerin warên xwe bi talankirina mal û milkên xwe rûbirû dimînin.
Çekdarên ku Efrîn dagir kirine û dest daniye ser mal û milkên Kurdan niha wan mal û milkan difiroşin.
Kurdên Efrînê yên ku vedigerin tevî ku ew belgeyên fermî pêşkêşî Komîteya Vegerandina Mal û Milkan dikin jî, nikarin berhemên zeytûnên xwe û milkên xwe ji destê fermandarên çekdaran rizgar bikin.
Hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji bo vegerandina mal û milkên Efrîniyan komîteyek ava kiriye.
Ew komîte ji xwediyên milkan daxwaza belge û tapoyan dike da ku bikaribin milkên xwe ji destê komên çekdar û Erebên hawirde derxînin.
Li gorî agahiyan, ev pêvajo ji bo gelek welatiyan bêencam dimîne.
Nîhad Midewerê ji gundê Bîlanê yê navçeya Bilbilê ye, piştî ku vedigere ser baxê xwe yê li gundê Dewrîşê, dibîne ku baxê wî yê zeytûnan hatiye talankirin.
Tevî ku Midewer hemû belgeyên xwe yên fermî pêşkêş dike jî, du fermandarên koma "Nuxbeyê" 250 çewal zeytûnên wî didizin.
"Zeytûnên 900 darên min hatin dizîn"
Nîhad Midewer li ser talankirina berhem û mûsima zeytûnên xwe wiha got:
"Komên Nuxbeyê berhema 900 darên min ên zeytûnan li gundê Dewrîşê çinîn û talan kir. Kesên berhemê min birine Ebû Bekrî û Ebû Xalid in.
Heta ku min kaxez û belgeyên xwe li ba cihên fermî amade kirin, wan berhemê zeytûnan talan kiribû. Min daxwaza nîvê berhemê kir lê wan nedan min.
Min got hema xerciya ajotinê û dermanan bidin lê heta libek jî nedan. Paşê ez çûm ba birêvebirê nahyeya Şerayê lê wî got nikarim ji bo te tiştekî bikim."
Fermandarî Siltan Miradê givaştekekê bi 100 hezar dolarî difiroşe
Di bûyereke din de, fermandarekî koma Siltan Muradê yê bi navê Zekeriya Tirmanînî yê ku xelkê Idlibê ye, dest daniye ser givaşteka zeytûnan a welatiyê Kurd Ismet Şêxo ya li gundê Qeretepeyê.
Li gorî agahiyan, Zekeriya Tirmanînî niha hewl dide wê givaşteka ku dest daniye ser, bi 100 hezar dolaran bifiroşe.
Komîteya Vegerandina Mal û Milkan a ser bi Îdareya Navçeya Efrînê ve nikare destwerdanê di vê bûyerê de bike.
Li Efrînê tapoyên wan hene lê nikarin zeytûnên xwe ji destê çekdaran derxînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse