Hewlêr (Rûdaw) - Li dijî guhertina navên dibistanan ên li Rojavayê Kurdistanê banga xwenîşandanê hat kirin
Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê biryar daye ku navên dibistanan ên li Rojavayê Kurdistanê biguherîne.
Ev biryar ji aliyê Rêveberiya Xweser û gelê herêmê ve tê redkirin.
Ji ber vê yekê çalakvan û xwendekarên li Rojavayê Kurdistanê li seranserê herêmê banga lidarxistina xwenîşandanan kir.
Organîzatorên xwenîşandanê di daxuyaniyekê de dibêjin, ev biryar ne tenê bi aliyekî siyasî yan bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî ye lê destdirêjî ye li ser nasname û nirxên hemû civakê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev mijar "doza gel" e û parastina navên dibistanan parastina mafên rewa yên xelkê herêmê ye.
Banga xwenîşandanê
Di daxuyaniya ji bo xwenîşandanê de ev bang hat kirin:
"Em bangî hemû gelê xwe dikin ku li dijî van biryarên neheq bibin yek û sibe (îro yekşemê) derkevin qadan.
Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin, xwedî li mafên xwe derkevin û nîşan bidin ku em van polîtîkayên ferzkirî qebûl nakin."
Tê pêşbînîkirin ku li bajarên Hisîça, Qamişloyê, Dirbêsiyê, Kobanî, Girkê Legê, Dêrik û Amûdê xwenîşandan bên kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse