Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya fermandara xwe ya bi navê Feraşîn Bêrîtan eşkere kir.
YRKyê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku ew dê di kesayeta Feraşîn Bêrîtan û Aryen Arê de xwedî li ked û têkoşîna hemû gerîlayên xwe derkeve.
Li gorî daxuyaniyê Feraşîn Bêrîtanê 14ê Kanûna Pêşîn a 2023yan di encama êrişeke asmanî ya Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRKyê di daxuyaniyê de got:
"Şehîdên me ji bo armancên mezin bûn cangoriyên têkoşînê û di nava şert û mercên herî zehmet de bûn şervan û fermandarên fedayî yên gelê xwe.
Şehîdên me bûn dîroknasên herî mezin ku dîrok fêm kirin û di dîrokê de destanên lehengiyê yên bêhempa nivîsandin."
Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya Feraşîn Bêrîtanê wisa ne:
Feraşîn Bêrîtan: Navê wê yê fermî Gerdenî Deman e, ji Selmasa Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Navê dayîka wê Henîfe û navê bavê wê jî Cemîl e. 14ê Kanûna Pêşîn a 2023yan canê xwe ji dest daye.
Di dawiya daxuyaniyê de YRKyê sersaxî ji malbata Feraşîn Bêrîtan û hemû gelê Kurdistanê re xwest.
YRK baskê leşkerî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye û qada xebata wê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse