Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, berf û barana ku doh êvarî dest pê kir îro bandora xwe zêde kir.
Tîmên pêwendîdar ji bo vekirina rêyan û paqijkirina berfê xebatên xwe bê navber didomînin.
"Berf li navçeyan zêde ye"
Barîna berfê bi taybetî li navçeyên Pilemuriye, Pilûr û Xozatê bandoreke zêde li jiyanê dike.
Parêgar hişyarî da
Parêzgarê Dêrsimê Şefîk Aygol li ser rewşa hewayê daxuyanî da û diyar kir ku ji doh êvarî ve li bajêr barîneke zêde heye.
Şefîk Aygol got, "Li cihên bilind berf û li cihên din jî baran dibare."
"Baldar bin"
Aygol destnîşan kir ku tîmên wan ji bo hêsankirina jiyana welatiyan bi fedakarî dixebitin û wiha pê de çû:
"Ez bi taybetî daxwazê ji welatiyên me dikim ku dema derdikevin rê baldar bin.”
#VÎDEO - Li Dêrsimê zivistanê rûyê xwe nîşan da û berf û baranê lêkir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 7, 2025
🌧️ Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, berf û barana ku şeva borî dest pê kir îro bandora xwe zêde kir
🌧️ Tîmên pêwendîdar ji bo vekirina rêyan û paqijkirina berfê xebatên xwe didomînin
📹 Rûdaw / Alî… pic.twitter.com/sw9KtdTwJw
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse