Li Nisêbînê motorsîkletekê qeza kir: Efserek mir

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nisêbîn Efser Qeza Motorsîklet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, efser Yusuf Çuruttuyê 28 salî di qezayê de mir.

Hat ragihandin ku motorsîkleta ku Yusuf Çuruttu diajot li çoltera gundê Menderê qulibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku şofêr efser Yusuf Çuruttu li cihê bûyerê miriye.

Hat zanîn ku Çuruttu li navçeya Nisêbînê dixebitî.

Termê wî ji bo otopsiyê veguhastin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst