Tom Barrack: Şer rawestînin, diyalogê hilbijêrin

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tom Barrack HSD Peymana 10 Adarê Şerê li Helebê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack, derbarê êrişên li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê daxuyaniyek belav kir û bangî hemû aliyan kir ku ji bo parastina sivîlan şer rawestînin.

Barrack diyar kir ku ew bipêşketinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi dilgiraniyeke mezin dişopînin.

Dîplomatê Amerîkayê bangî hemû aliyan kir ku xwe gelekî ragirin û parastina can û milkên sivîlan bixin ser her tiştî.

Barrack diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi nîgeraniyeke mezin bipêşketinên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê dişopîne.

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û barên Sûriyeyê ji ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Tom Barrack bangî hemû aliyan kir ku xwe gelekî ragirin û parastina can û milkên sivîlan bixin ser her tiştî.

Tom Barrack di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di 13 mehên borî de Sûriyeyê piştî bi dehan salên şerê wêranker, pêngavên dîrokî ber bi îstîkrar, lihevhatina niştimanî û avakirinê ve avêtine.

Barrack got ku dan û standinên girîng ên vê hefteyê yên bi nûnerên Îsraîlê re pêngaveke sereke ye ber bi aştiyeke berfireh a herêmî ve û ev yek biryardariya Sûriyeyê ya ji bo şikandina çerxa tundûtîjî, êş û hovîtiya ku zêdetirî nîv sedsal e welatê wan dikişîne nîşan dide.

"Guherînên bi vî rengî di şevekê de pêk nayên"

Nûnerê Amerîkayê anî zimên ku guherînên bi vî rengî yên kûr di şevekê de pêk nayên û birînên kûr ên şerê demdirêj ji bo başbûnê hewceyî demê ne.

Dîplomatê Amerîkayê diyar kir ku bipêşketina mayînde sebir, tehamul û têgihiştineke rasteqîn a di navbera hemû beşên civaka Sûriyeyê de dixwaze.

Barrack teqez kir ku ew li ser vîzyona Sûriyeyeke ku mafên wekhev ji bo her hevwelatiyekî —Sunnî, Kurd, Durzî, Mesîhî, Elewî û hemû pêkhateyên din— bêyî îstîsna dabîn dike, rijdin.

"Peymana 10ê Adarê hîn jî dikare were bidestxistin"

Tom Barrack eşkere kir ku hê hefteya borî ew li ber deriyê encamdana serkeftî ya Peymana 10ê Adara 2025an a ji bo tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê bûn.

Berpirsê Amerîkayê diyar kir ku ev rêkeftin dê hevahengiya ewlehiyê, birêvebirina hevbeş û yekîtiya niştimanî bi awayekî girîng bi pêş bixista û ev armanc hîn jî bi temamî dikare were bidestxistin.

Barrack diyar kir ku ew tevî hevalbend û hevparên xwe yên herêmî yên berpirsiyar, amade ne ku alîkariya hewlên ji bo kêmkirina aloziyan bikin û derfeteke nû bidin Sûriye û gelê wê da ku li şûna dubendiyê, rêya diyalogê hilbijêrin.

Banga lezgîn ji bo rawestandina şer

Nûnerê Amerîkayê bangeke lezgîn li serkirdayetiya hikûmeta Sûriyeyê, HSDyê, rayedarên xwecihî yên li herêmên di bin birêvebiriya Kurdan de û hemû aktorên çekdar ên li qadê kir û got:

"Şer rawestînin, yekser aloziyan kêm bikin û ji bo kêmkirina rageşiyê pabend bin. Werin em li şûna gulebaranê, guhertina raman û pêşniyarên avaker bixin pêşiyê.

Pêşeroja Helebê û bi giştî ya Sûriyeyê aîdî gelê wê ye û divê bi rêyên aştiyane were diyarkirin, ne bi tundûtîjiyê."

Di dawiya daxuyaniyê de Barrack bang kir ku herêm li dijî hêzên derve yên têkder û wekîlên wan ên ku dixwazin pêşketina sala borî têk bibin û mîrateya hewlên aştiyê yên Serokê Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn ji holê rakin, yekgirtî bisekinin.

Tom Barrack diyar kir ku armanca wan hêzan ducarekirina bêîstîkrariyê ye lê armanca Amerîkayê aştiyeke mayînde ye ku li ser bingeha rêzgirtina dualî û bextewariya hevbeş hatiye avakirin.

Barrack peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir, "Beşa nû ya Sûriyeyê beşa hevkariyê ye, ne ya rûbirûbûnê. Em dê bi hev re bigihin wê armancê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst