Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi van rêyan xwe bigihînin Rûdawê

08-02-2021
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Radyo Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr  (Rûdaw) – Li her ciheke cîhanê bin hûn dikarin weşana zindî ya televîzyon û radyoya Rûdawê bibînin û bibihîzin. Ji bilî bernameya CarPlay, bi rêya danîna frekansan li ser televîzyonên xwe hûn dikarin bernameyên televîzyon û radyoya Rûdawê bişopînin.

Televîzyon û radyoya Rûdawê her roj dawîn pêşhatên derbarê Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, herêm û cîhanê bi bernameyên taybet û xwedî naverokeke têr û tijî radigihîne.

Li her cihekê bin hûn dikarin xwe bigihînin wan bernameyên ku bi beşdariya mêvanan û li ser mijarên siyasî, çand, huner, werziş û hemû warên jiyanê tên amadekirin.

Ji bo ku hûn bikarin bernameyên televîzyon û radyoya Rûdawê bişopînin, pêwîst e frekansên jêr li televîzyonên xwe cîbicî bikin;

HotBird HD

Frequency: 11373

Polarity: Horizontal

Symbol rate: 27500

FEC ¾

Yahsat HD

Frequency: 12054

Polarity: Horizontal

Symbol rate: 27500

FEC 5/6

NileSat HD

Frequency: 10892

Polarity: Horizontal

Symbol rate: 27500

FEC 5/6

NileSat SD

Frequency: 12687

Polarity: Horizontal

Symbol rate: 27500

Galaxy 19

Frequency: 12177

Polarity: Vertical

Symbol rate: 23000

FEC 3/4

Jibilî vê yekê, bi rêya hesabên Twitter, Facebook, Youtube û Instagramê jî hûn dikarin bernameyên televîzyon û radyoya Rûdawê bişopînin.

Tora Medyayî ya Rûdawê berî niha ji bo berfirehkirina xizmetguzariyên bo guhdar û bînerên xwe, sîstema CarPlay dabû destpêkirin.

Hemû ew bîner û guhdarên Rûdawê yîn li Kurdistanê û her ciheke cîhanê ku ekranên otomobîlên wan sîstema CarPlay têde çalak be, dikarin weşana zindî ya televîzyon û radyoya Rûdawê bibînin û bibihîzin, bi dilê xwe jî bernameyên radyo û televîzyona Rûdawê hilbijêrin, herwiha guh bidin podcast û belgefîlmên Rûdawê.

Tora Medyayî ya Rûdawê yekemîn dezgeha medyayî ya Kurdistanê û navçeyê ye ku xizmetguzariyên xwe li ser vê platforma dîjîtal pêşkêşî bîner û guhdarên xwe dike.

CarPlay platformek e ku di sala 2017 de ji aliyê kompaniya Apple ve ketiye kar. Rûdaw li ser CarPlay IOS 12 û 13 û 14 dixebite, Rûdaw teknolojiya herî dawîn a IOS 14 bikar tîne ku di meha Hezîran a îsal de hatiye danîn.

Tora Medyayî ya Rûdawê jibilî şêwazarên Kurmancî û Soranî yên Kurdî, bi zimanên Tirkî, Îngîlîzî û Erebî jî nûçe û raportên berfireh li ser dawîn pêşhatên li Kurdistan, navçe û cîhanê belav dike û hûn dikarin bi rêya hesabên Rûdawê yên Facebook, Twitter, Youtube û Instagramê ji wan bernameyan paşde nemînin û nêrîn û pêşniyazên xwe jî pêşkêş bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst