Termê welatiyekî Kurd ji Brîtanyayê bo Kurdistanê tê vegerandin

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Kurd Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro termê welatiyekî Kurd ku li Brîtanyayê canê xwe ji dest daye, bo Herêma Kurdistanê tê vegerandin û dê li qezaya Derbendîxan a Silêmaniyê were veşartin.

Li gor agahiyan, welatiyekî Başûrê Kurdistanê yê bi navê Hêriş Rehîm li Brîtanyayê canê xwe ji dest daye û îro termê wî bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bo Herêma Kurdistanê tê vegerandin.

Dezgeha Lûtke bo Karûbarên Koçber û Penaberan, roja Yekşemê 7ê Gulana 2023an di dauxyaniyekê de ragihandiye, li ser erkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, roja Duşemê termê hemwelatî Hêriş Rehîm ku li bajarê Wolverhampton ê Brîtanyayê koça dawî kiriye, bo Herêma Kurdistanê tê vegerandin.

Di daxuyaniya Dezgeha Lûtke de hatiye gotin, Hêriş Rehîm 43 salî bû û ew 4 meh bûn ku Herêma Kurdistanê bi cih hiştibû. Li gor daxuyaniyê, Hêriş Rehîm piştî ku gihîştibû Brîtanyayê daxwaza mafê penaberiyê ji hikûmeta wî welatî kiribû, lê di demekê de ku li benda bersiva mafê penaberiyê bû, di roja 1ê Nîsana 2023an de ji ber “nexweşiyeke ji nişka ve” canê xwe ji dest dabû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst