RIHA – Jina ducanî li dawetê hat kuştin

08-05-2024
Nîşan Riha Jina Ducanî Dawet Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Serê Kaniyê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê jineke ducanî li dawetê hat kuştin.

Dema li Serê Kaniyê bûk û zava ji otomobîlê dadiketin hinek kesan ji bo kêfxweşiyê gule berdidan hewayê.

Wê demê guleyek li depê sînga Zemzem Ozdemîra 34 salî ket.

Xizmên wê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Serê Kaniyê.

Li wê werê midaxeleya ewil hat kirin lê ji ber ku birîna wê giran bû tîmên tenduristiyê ew veguhast Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Heranê.

Tevî pitika xwe mir

Bijîşkan gelekî hewl da ku wê rizgar bikin lê Zemzemê û pitika xwe ya neçebûyî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Cendirmeyan li ser bûyerê C.K. (58) û F.K. (48) desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst