Dêrsim bi bedewiya xwe bûye rawestgeha geştyarên cejnê: ‘Vegerin cih û warên xwe’

08-06-2025
Ali Haydar Gozlu
Xelk diçe Dêrsimê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Xelk diçe Dêrsimê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Dêrsim Geştyarî Cejna Qurbanê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bi gelî û newalên xwe, bi kanî û çemên xwe, park û jiyana xwe ya xwezayî, avhewaya xwe ya hênik û hewaya paqij, bi xeml û bedewiya ciwan bûye rawestgeheke sereke ya geştyarên Cejna Qurbanê.

Îro roja sisêyan a Cejna Qurbanê ye.

Geştyar Îbrahim Halîl li ser Dêrsimê anî ziman:

“Min gelek caran Dêrsim ji hevalan bihîstibû.

Me got em vê cejnê ji xwe re wekî derfet bi kar bînin û em bên û bibînin.

Heta niha tiştên ku min dîtine gelekî xweşik in.”

Di serî de Mêrdîn, Amed, Xarpêt û Riha rojane bi sedan geştyarên ji parêzagehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çend rojên bêhnvedana cejnê derfet dibînin û ji bo dîtina vê xeml û bedewiya ciwan berê xwe didin parêzgehê.

Geştyar Hakan Kalkan da zanîn:

“Em ji Qosera Mêrdînê hatine. Ez gelekî ji Dêrsimê hez dikim.

Her tim di fikra me de bû. Me digot em tekez divê biçin bibînin.

Miletê vê derê û şînkahiya wê pir xweş e. Bi rastî hêja ye ku em hatine. Ez kêfxweş im ku hatime.”

Geştyarên ji deverên germ hatine, xwe di nava avên sar ên parêzgehê de hênik dikin.

Wêne û dîmenên bêhempa tomar dikin.

Helbet xwe ji govend û dîlanên herêmê jî bêpar nahêlin.

“Vegerin cih û warên xwe bibînin”

Geştyar Mehmet Han Kose jî got:

“Em sibehê ji Edeneyê bi rê ketin. Ez cara yekem e têm Dêrsimê û bi rastî li hemberî xwezaya wê heyran mam.

Em çûne Deryaya Reş lê ev der ne kêmî wê derê ye.”

Welatiyê Dêrsimê Daîmî Boz anî ziman:

“Em dixwazin civaka me û welatiyên me vegerin û cih û warên xwe bibînin.

Kî tê bila li ser seran û ser çavan bê.”

Li Dêrsimê çendîn qadên taybet ên kampan jî hene.

Geştyar dikarin li wan deran konên xwe vedin û bi şevan jî bimînin.

Bi van hemû taybetmendiyên xwe Dêrsim li benda mêvanên xwe yên ji çar aliyên welêt, Tirkiye û cîhanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst