DÊRSIM - Li Zozanê Mergê çar demsal bi hev re tên dîtin

25-06-2025
RÛDAW
Zozanê Mergê û Gola Şîn /Wêne: AA
Zozanê Mergê û Gola Şîn /Wêne: AA
Nîşan Dêrsim Zozanê Mergê Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zozanê Mergê yê li Dêrsimê Bakurê Kurdistanê çar demsal bi hev re tên dîtin.

Demsal havîn e û kela kela germê xwe bi ser erdê de berdaye lê çiyayên Dêrsimê heta niha di bin berfê de spî dikin.

Çiyayên Munzûrê bi zozan, sûlav, gol, gelî, newal û jiyana xwezayî bala mirovan dikşînin.

Li herêma Zozanê Mergê û Gola Şîn ku 2 hezar û 500 metreyan bilind e li Çiyayên Munzûrê dîmenên çar demsalan bi hev re tên dîtin.

"Dîmenên nuwaze hene"

Çiyager Adnan Donmez bedewixwe xwezaya Dêrsimê wiha tîne zimên, “Ez nêzîkî du sal in çalakiyên çiyageriyê dikim.

Em derdikevin lûtkeyên Pilûr û Pilemûriyê. Li cihên ku em ziyaret dikin dîmenên nuwaze hene.”

Geştyar û çiyager ji bo dîtina vê panaromaya nuwaze rêyeke zehmet didin ber xwe û herêmê ziyaret dikin.

Ew di rêwitiyê de jiyana kovî jî ji nêzîk ve dibînin.

"Mirov naxwaze vegere"

Geştyar Tansel Şahînogluyê got, "Em îro ji bo çûna Zozanê Mergê meşiyan.

Piştî ku em bi otomobîla xwe demjimêr û nîvekê hatin, me otomobîla xwe rawestand û em meşiyan.

Tevî ku ezmûna min a meşa zêde nîne û hevalan got rêyeke zehmet e, mirov naxwaze vegere. Piştî rêwitiyeke 4 demjimêran em gihiştin golê."

Dêrsim bi xwezaya xwe ya destnehingiftî û jiyana xwe ya kovî bajarekî taybet e û xelkê wê jîngeparêz e.

Salane bi deh hezaran geştyar ji bo dîtina xwezaya wê diçin Dêrsimê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst