Li Qersê ambulans wergeriya: 4 kes birîndar bûn

08-06-2025
RÛDAW
Nîşan Qers Qeza Ambulans
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ambulans wergeriya û di encamê de  bijîşkek û 3 karmendên tenduristiyê birîndar bûn.

Ambulansa ku Ugur Keskin diajot piştî ku ji Erdexanê nexweş veguhast Îdirê û vedigeriya cihê peywira xwe, li ser rêbejaya Qers-Îdirê wergeriya.

Di qezayê da tevî şofêr, Yusuf Kemalê bijîşk û her wiha karmendên tenduristiyê Ceren Arslan û Kubra Zafer birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, AFAD, îtfaiye û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Navenda Lêkolîn û Sepana Tenduristiyê ya Zanîngeha Kafkasê û Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê.

Hat zanîn ku tenduristiya birîndaran bi giştî baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst