Tulay Hatîmogullari: Ev hefte ji bo aştiyê dîrokî ye

08-07-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Tulay Hatîmogullari PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê behsa merasîma çekdanîna PKKyê kir û got, " Ev hefte ji bo aştiyê dîrokî ye.”

Hevseroka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Tulay Hatîmogullariyê da zanîn ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hevdîtineke girîng pêk aniye.

Li gorî gotina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di hevdîtina bi Erdogan re behsa pêvajoya çareseriyê û pêngavên ku dê bên avêtin hatiye kirin.

Hatîmogullariyê amaje bi wê yekê kir ku ew di hefteyeke dîrokî re derbas dibin û got, “Heyeta me di hevdîtina bi Erdogan re qonaxa niha ya pêvajoyê û pêngavên ku dê di paşerojê de bêne avêtin gotûbêj kiriye.

Bi derbasbûna serkeftî ya vê hefteya dîrokî, em ji dil hêvî dikin ku astengiyên siyasî û hiqûqî yên li Tirkiyeyê rabin û deriyê destpêka aştî û demokrasiyê vebe."

Peyama Abdullah Ocalan

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê her wiha behsa hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re jî kir û wiha domand:

"Ocalan di hevdîtinê de ji Heyeta Îmraliyê re gotiye, ‘Em di pêvajoya çekdanînê de di qonaxeke gelek krîtîk de ne, bi derbaskirina vê qonaxê re mirov dikare derbasî pêvajoyeke ku azadî, demokrasî û hiqûq tê de esas in bibe.’

Ocalan tekez kiriye ku ji bo gihîştina demokratîkbûna giştî ya Tirkiyeyê û aştiyê, berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî.”

"Divê parlamento ji bo aştiyê bixebite"

Tulay Hatîmogullariyê bangî parlamentoyê kir ku ji bo pêvajoyê roleke çalak bilîze û got:

"Em careke din bi israr tekez dikin ku divê Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk beriya ku parlamento bê girtin were avakirin û di mehên havînê de xebatên xwe bidomîne.

Divê parlamento ji bo ku aştî û demokrasiyê ji 86 milyon kesan re bîne bixebite."

"Ev merasîm a aştiyê ye, ne serkeftin an binketin e"

Hevseroka DEM Partiyê amaje bi merasîma çekdanîna PKKyê jî kir û wiha got:

"Ev kêliya dîrokî dê bibe merasîma aştiyê. Rojnameger, partiyên siyasî, hêzên ked û demokrasiyê û rêxistinên jinan dê hemû bi hev re li vê dema dîrokî temaşe bikin.

Ev serkeftin, serkeftina dîrokî û hevbeş a 86 milyonan e.

Jin kirdeyên sereke yên pêvajoyê ne û tevî her cure zext û tundiyê, kêliyekê jî ji têkoşîna aştiyê bi paşde namînin.

Em li ber deriyê aştiyê ne. Divê em aştiyê li ser zemîneya demokratîk ava bikin û mayînde bikin.

Divê em ne tenê temaşevan bin, divê em bibin kirdeyên ku ji bo paşeroja gelên Tirkiyeyê zemîneya aştiyê ava dikin.

Rêya aştî û demokrasiyê vekiriye, tenê divê em dev ji têkoşîn û baweriya xwe bernedin."

Li gorî biryarê, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) dê sibeha roja înê (11ê Tîrmehê) li navçeya Raperînê merasîma çekdanînê pêk bîne û wekî niyetpakiyê komek gerîla dê çekên xwe deynin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst