Hatîmogullari: Hişyariyên Birêz Bahçelî girîng in

24-06-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Tulay Hatîmogullari Tulay Hatîmogullari Oruç Pêvajoya Nû Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku hişyariyên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên derbarê pêvajoyê girîng in ku divê dibêje divê pêvajo bi lez û bi baldarî bimeşe.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li parlamentoya Tirkiyeyê di civîna koma partiya xwe de mijarên di rojevê de de nirxandin. 

Tulay Hatîmogillariyê di axaftina xwe de bal kişand ser şerê Îran û Îsraîlê û destnîşan kir ku şerê Îsraîl û Îranê ne tenê şerê di navbera her du welatan de ye, her wiha ev şer ji bo avakirina hevsengiyên sîstema cîhanî ye.

“Divê Îran demokratîk bibe”

Hatîmogullariyê wiha axivî:

“Ev pevçûn, ne şerekî ji rêzê yê di navbera du dewletan de ye. Di şerê parvekirinê yê emperyalîzmê de, tê xwestin ku herêm ji nû ve bê dîzaynkirin û bedela herî giran a vê yekê jî gel didin.

Divê Îran demokratîk bib, lê panzehîra vê ne êrişa Îsraîlê ye. Panzehîr li dijî emperyalîzmê berxwedaneke xurt e.

Derman, berxwedaneke xurt a li dijî emperyalîzmê ye. Rêya wê jî li dijî wan kesên ku çav berdane mafê me yê jiyanê, azadiya me, nanê me, biratiya me û aştiya me di têkoşîna hevpar re derbas dibe.”

“Divê dawî li girtinan bê”

Hatîmogullariyê derbarê rûdanên navxweyî yên Tirkiyeyê jî wiha got:

“Divê bi Birêz Ocalan re diyalogeke bênavber bê danîn. Her kes dixwaze bi wî re hevdîtinê bike.

Rojên pêş dê şandeyeke qelebalix ji Ewropayê were ku dixwaze bi wî re hevdîtinê bike.

Divê deriyê van hevdîtinan bê vekirin. Birêz Ocalan bi xwe jî dixwaze.

Eger deriyên Îmraliyê ji aştiyê re vebin, derfeta aştiyeke rasteqîn dê çêbibe.

Divê siyasîbûna darazê bi dawî bibe. Divê daraz demildest dev ji helwesta li ser bingeha siyasî berde û bi rastî hiqûq bê meşandin.

Divê zextên li ser hemû beşên mixalefet û girtina kesên hilbijartî demildest bi dawî bibin.

Divê şaredar û hevşaredarên ku qeyûm li şûna wan hatine danîn, demildest vegerin ser karên xwe.

Ez bi xêzeke stûr binî xêz dikim, kêmasiya demokrasiyê ya li hundir, ji dijminê derve gelekî bi bihêztir e.”

“Hişyariyên Birêz Bahçelî girîng in”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê bal kişand li ser gotinên Bahçelî yên derbarê pêvajoya nû û got:

“Hişyariyên Birêz Bahçelî yên derbarê wê yekê girîng in ku dibêje divê pêvajo bi lez û bi baldarî bimeşe.

Em careke din fêm dikin ku welatekî ku nekaribe demokrasiya xwe ya navxweyî sazûmanî bike, ji bahozên cîhanî derbên gelek giran dixwe.

Civak bi mafdarî dibêje, 'Xemên me tên piştguhkirin.'

Divê daraze terazûya edaletê ji bo xizmeta aştiyê bi kar bîne. Divê li Tirkiyeyê daraze êdî bi gelê Kurd, ziman û çanda Kurdan re aş bibe. Divê êdî nebe amûra cezakirina mixalefetê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst