Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku armanca pêvajoya aştî û çareseriyê ne tenê ji bo pirsgirêka Kurdan e û çareserkirina hemû pirsgirêkên pêkhate û neteweyên cûda yên li Tirkiyeyê jî li xwe digire.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari îro li Londona paytexta Brîtanyayê beşdarî Festîvala 13emîn a Elewiyan a Brîtanyayê bû û li ser rojevê axivî.
Tulay Hatîmogullariyê bal kişand ser pêvajoya biryara PKKê ya bidawîkirina şerê çekdarî û xwefesixkirinê û got aştî û demokrasiya Tirkiyeyê tenê bi rêya mafê welatîbûna wekhev pêkan e.
Hatimogullariyê di axaftina xwe de got:
“Li Tirkiyeyê pisgirêka Kurdan heye lê pêvajo tenê ne ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ye lê çareserkirina hemû pirsgirêkên pêkhate û neteweyên cûda yên li Tirkiyeyê dijîn li xwe digire.”
Hatimogullariyê her wiha bal kişand ser gavneavêtina destihlatê û diyar kir ku xelk bi gûman û nîgeranî li vê pêvajoyê dinêrin û ji ber vê yekê jî divê hikûmeta Tirkiyeyê ji bo serxistina pêvajoyê bersiva xelkê bide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse