Ayşegul Dogan: Em li bendê ne peyameke vîdeoyî ya Ocalan were belavkirin

08-07-2025
RÛDAW
Ayşegul Dogan û Hêvîdar Zana\ Wêne û Vîdeo
Ayşegul Dogan û Hêvîdar Zana\ Wêne û Vîdeo
Nîşan Ayşegul Dogan DEM Partî Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand, ji ber sedemên ewlehiyê merasîma çekdanînê dê bi awayekî zindî neyê weşandin lê ew rojnamegerên ku xwe akredîte kirine dê karibin şahidiya merasîmê bikin.

Ayşegul Doganê her wiha da zanîn ku bendewariya wan ew e ku Ocalan bi peyameke vîdeoyî beşdarî pêvajoyê bibe.

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan, derbarê merasîma çekdanînê de daxuyaniyeke girîng da û hûrgiliyên beşdariya rojnamegeran û pîvanên ewlehiyê aşkere kir.

Doganê tekez kir ku merasîm dê bi awayekî zindî neyê weşandin lê dê heyeteke payebilind a partiyê û rojnamegerên akredîtekirî amade bin.

Ayşegul Doganê da zanîn ku biryara nebûna weşana zindî ne tiştekî nû ye û ewlekarî sedema sereke ya vê biryarê ye.

Wê mînaka vekişîna PKKyê sala 2013yan bi bîr xîst û got, “Dema daxuyaniya sala 2013yan a bipaşdevekişînê jî de weşana zindî nehat kirin.

Meseleya ewlehiyê jî meseleyeke gelekî girîng e û normal e tedbîrên ewlehiyê bên standin. Wekî mînak, wê demê jî telefonên me ji me standibûn.”

"Rojnamegerên akredîtekirî dê şahidiyê bikin"

Doganê piştrast kir ku derfet dê ji bo rojnamegeran bê dayîn ku merasîmê bişopînin û got,“Ew kesên ku me ew vexwendine, ew kesên ku wekî rojnameger xwe li DEM Partiyê akredîte kirine, dê bikaribin merasîma çekdanînê bişopînin. Lê weşana zindî dê tunebe.”

Berdevka DEM Partiyê herwiha destnîşan kir ku ne ew lê aliyê ku dê çekan deyne, merasîmê birêve dibe.

"Ev gaveke dîrokî ye"

Berdevka DEM Partiyê bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û got, “Em dê cara yekem temaşeyî merasîma çekdanînê bikin.

Ev ne tenê merasîma çekdanînê ye. Ev yek berpirsiyariyê dixe ser milê her kesî. Ji bo merasîma çekdanînê tişta ku dikeve ser milê dewletê, PKKyê, Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên Kurdan û Tirkiyeyê, divê hemû kes bi berpirsiyarî hareket bike.”

Heyeteke payebilind dê beşdar bibe

Ayşegul Doganê diyar kir ku dê heyeteke payebilind a DEM Partiyê li wir amade be û wiha domand:

“Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, Hevserokên DBP û HDKyê û hin parlamenterên me dê tevlî merasîmê bibin. Îhtîmaleke mezin ez jî dê li wir bim.”

"Bendewariya me peyameke vîdeoyî ya Ocalan e"

Di dawiya axaftina xwe de, Ayşegul Dogan behsa rola Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir û daxwaza wan a ji bo beşdariya wî ya aktîf anî ziman.

Doganê di berdewamiyê jî de got, “Bendewariya me ew e ku Ocalan mesajeke vîdeoyî belav bike.

Em dibêjin wê baştir jî bibe. Divê êdî rêya Îmraliyê jî vebe.

Divê Ocalan jî bi awayekî aktîf di nava vê pêvajoyê de rol bilîze. Xelk rewşa wî meraq dike, rêxistina wî dixwaze rewşa wî bizanibe.”

Li aliyê din, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar kir ku merasîma çekdanînê dê sibeha roja înê (11ê Tîrmehê) li navçeya Raperînê pêk were.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst