Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê derbarê pêvajoya çareseriyê de ragihand ku ew di destpêka qonaxeke nû de ne û tekezî li ser pêwîstiya başkirina şert û mercên Abdullah Ocalan kir.
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê civîneke gel saz kir.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di civînê de derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî.
"Bi milyonan mirov mexdûr bûn"
Ayşegulê di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoyên siyasî yên ji salên 1990î heta niha û got:
“Ev pêvajo, pêvajoyeke dîrokî ye. Ji sala 1994an vir ve bi milyonan mirov mexdûr bûn.
Em jî mexdûr bûn. Me gelek kesên xwe ji dest dan lê me dîsa jî li ber xwe da.
Me xwest nasname, ziman, çand û nirxên me bên naskirin. Daxwazên me gelek mirovane bûn.
Heger ev daxwazên me bi cih hatiban, ewqas êş nedihatin kişandin. Em li ser axa xwe bûn penaber.”
"Em dixwazin her kes li ser axa xwe bi awayekî azad bijî"
Ayşegul Doganê da zanîn ku êdî hebûna Kurdan nayê înkarkirin û diyar kir ku di serdema nû de amûra herî girîng a têkoşînê siyaseta demokratîk e û got:
“Niha rê û rêbazên berxwedan û têkoşîna me diguherin. Di vê serdema nû de amûra me ya herî girîng a têkoşînê vekirina kanalên siyaseta demokratîk e.
Daxwazên me ji destpêkê ve daxwazên demokratîk bûn. Naskirina mafê me yê siyaseta demokratîk bû. Îro em ji bo hemû gelan civakeke demokratîk dixwazin.
Em dixwazin her kes li ser axa xwe bi awayekî azad û demokratîk bijî. Ne em ji wan re bibin xeterî û ne jî ew ji me re bibin xeterî. Tişta tê xwestin ev e.”
Berdevka DEM Partiyê diyar kir ku bi milyonan kes Abdullah Ocalan wekî "rêber" qebûl dikin û bal kişand ser pêvajoyê û got, "Îro em di destpêkeke nû de ne. Em rûpeleke nû vedikin."
"Hinek alî hene ku dixwazin pêvajoyê bi dawî bikin"
Ayşegulê her wiha got, "Yên ku rexneyên wan hene, eger bi rexneyên avaker bên, li ser serê me û çavên me cihê wan heye.
Em dizanin ku rexneyên avaker me bi hêz dikin. Hinek alî hene ku dixwazin pêvajoyê bi dawî bikin.
Dibe ku ne qelebalix bin lê li valahiyan digerin. Em dê rê nedin van.
Divê em bizanibin ku banga Birêz Ocalan bangeke stratejîk e. Biryara PKKyê stratejîk e."
Ayşegul Doganê ragihand ku dê vê hefteyê li Îmraliyê hevdîtineke nû pêk were û tekez kir ku divê Komîsyon bi Ocalan re jî hevdîtinê bike.
Wê her wiha diyar kir ku pêwîst e şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bên başkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse